Rêxistinên kedê: Divê dest ji tayînkirina qeyûman berdin

  • 09:08 3 Hezîran 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Nûnerên sendîkayan bertek nîşanê tayînkirina qeyûman dan û gotin: “Divê demildest ji vê şaşiyê vegerin. Em dixwazin hevşaredarên ku îradeya gel în vegerin ser peywira xwe. Em ê ji bo demokratîkbûna welat hewldanên xwe bidomînin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de 3 jê şaredariyên bajarê mezin, 5 navend, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Lê bi biryara wezareta karên hundir re, ji bo 45 şaredariyên HDP’î qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar ji peywirê hatin girtin. Bertekên li dijî qeyûman jî didomin.
 
‘Em ê rojên tarî li pey xwe bihêlin’
 
Endama Yekitiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) ya Amedê Arîn Zumrut, diyar kir ku gelek qeyûm di hilbijartinan de bûn namzet û lê li tu derê qeyûm nehatibûn hilbijartin û got: “Vê jî danî holê ku gel der barê qeyûman de çi difikirin. Piştî hilbijartinên şaredariyê şûnde ji bo 45 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Herî dawî di 15’ê Gulanê de ji bo 5 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin. Hilbijartin ji bo derxistina îradeya gel tên kirin. Lê piştî vê qeyûman tayîn dikin. Ev jî girîngiya hilbijartinê tune dike. Ev bê rêzdariyeke li hember gel e. Ne pêkane ku mirovên bi demokrasiyê bawer, qeyûman qebûl bikin. Qeyûm êrîşa li hember tercîhên gel e.”
 
‘Polîtîka çewisandinê tê meşandin’
 
Arînê bi lêv kir ku cîhan bi pandemiyê re hatiye rû hev û wiha berdewam kir: “Hikûmet li şûna enerjiya xwe ji bo tenduristiyê xerc bike, polîtîkaya çewisandinê li hember muxalîfan dimeşîne. Tayînakirina qeyûman jî parçeyek ji vê ye. Peyama hatiye dayîn gelek zelal e. Lê em bi hêza ku me ji rêxistinbûna xwe girtiye, wê rojên tarî li pey xwe bihêlin.”
 
‘Divê demildest ji vê şaşiyê vegerin’
 
Hevseroka TUM BEL SEN a Amedê Nîhal Yanik jî daxuyakirin ku hikûmet bi pêkanînên dij-demokratîk dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û mînaka herî şênber jî tunehesibandina îradeya gel e û got: “Ji bo tayînkirina rewa bikin jî kedkar ji rêveberiyên herêmî îxrac kirin û ji kar hatin avêtin. Hevalên me yên hevşaredar bê lêpirsîn, bi awayekî dij ahlaqî û wijdanî ji kar hatin avêtin. Divê demildest ji vê şaşiyê vegerin. Divê demildest îradeyên gel vegerin ser peywira xwe.”
 
‘Mafê xizmeta gel hatiye xespkirin’
 
Hevseroka Karê Avahiyan a Sendîkaya DÎSK-Genel Îş Nebîle Irmak Çetîn jî bi lêv kir ku li cihê ku edelet û hiqûq tune be îradeya gel tune  tê hesibandin û got: “Zext û girtinên li hember parlamener, hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan xespkirina maf e. Bi vê pêkanînê re jî mafê ximzeta ji bo gel hatiye xespkirin.”