'Êrîşa li dijî goristanan bê ehlaqî ye'

  • 09:03 3 Hezîran 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk ên ser goristanên pakrewanên  azadiyê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk ji vîna me ditirse ji bo wê bi van kiryarên hovane êrîşî gorên pakrewanên me dike. Bi van êrîşan nirxên mirovahiyê binpê dike û rêzdariya wan li dijî kesên jiyana xwe ji dest dane tune ye. Êrîşa li dijî goristanan bê ehlaqî ye."
 
Dewleta tirk gelek carî êrîşî goristanan dikin. Jinên bajarê Dêrikê yên Kantona Qamişloyê kiryarên dewleta tirk ên derheqê pakrewanên azadiyê de şermezar kirin û nêrîna xwe yên li ser van kiryaran bi me re parve kirin. 
 
'Dewleta tirk mînaka faşîzmê ye'
 
Endama Hêza Parastina Civakî Herdem Ehmed, êrîşên dewleta tirk ên ser goristanên pakrewanan şermezar kir û got: "Sedema ku dewleta tirk goristanê me xira dike ew e ku vîna me têk bibe û nehêlin ku em jiyaneke aram bijîn. Bi van êrîşan re nirxên mirovahiyê binpê dike û tu rêzdariyê ji kesên jiyana xwe ji dest dane nagire. Tevî vê yekê jî herêmên me dagir kirin û mirov ji malên wan koçber kirin. Dewleta tirk mînaka faşîzmê ye."
 
'Em amade ne parastina xwe bikin'
 
Herdemê di dewamiya axaftina xwe de wiha got: " Armanca dijmin ew e  ku ji Eyndîwerê heta Efrînê hemû bajarên me bixe bin kontrola xwe. Li hember  wê  em ê li berxwe bidin û nahêlin armancên wan pêk werin.  Em pişta xwe bi tu kesî xurt nakin, pişta me îrade û berxwedana me ye. Bi çi rengî mabe em ê welatê xwe ji dijiminê hov biparêzin, em weke hêza civakî çi ji me were xwestin em amade ne ku parastina xwe bikin."
 
'Me xeta berxwedanê hilbijartiye'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Asya Mihemed jî li ser êrîşên dewleta tirk axivî û wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser ax û goristanên şehîdan şermezar dikin. Bila dijminên me baş zanibin ku çiqasî êrîş bike em bêhtir dibin xwedî hêz û îrade. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li hemberî dijimin li ber xwe bidin.”