ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 3 Hezîran 2020
  • Rojev
* Piştî sistkirina tedbîrên li hemberî belavbûna vîrûsa koronayê niha jî rewşa asayîbûnê hat destpêkirin. Esnafên biçûk di pêvajoya tedbîran de bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû man. Xwediyê dirûnxaneyê Menfiye di vê pêvajoyê de bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê û got: "Ligel qeyrana aborî divê hikûmet polîtîkayên taybet biafirînê bi taybetî jî ji bo esnafên biçûk."
 
*Jina bi navê Emîna Cilî ya ji Gundê Mindesayê ya ku bi salan e li baxçeyê xwe yê tirî kedeke mezin dide diyar kir ku xebat mirov zindî dike û wiha got:"Ev 12 sal in ez li baxçeyê xwe yê tirî dixebitim û di heman demê de tirî li cîranên xwe jî belav dikim. Ev yek min hem kêfxweş hem jî bi hêztir dike." BI DÎMEN 
 
* Jinên bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk ên ser goristanên pakrewanên  azadiyê şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk ji vîna me ditirse ji bo wê bi van kiryarên hovane êrîşî gorên pakrewanên me dike. Bi van êrîşan nirxên mirovahiyê binpê dike û rêzdariya wan li dijî kesên jiyana xwe ji dest dane tune ye. Êrîşa li dijî goristanan bê ehlaqî ye."  BI DÎMEN 
 
*Çagla Tugaltay 20 sal berê ji aliyê kes an jî kesên ku nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin. Çagla ku gumanbara wê nehat dîtin dosyaya wê di 5’ê hezîranê de wê bikeve ber demboriyê. Malbata wê ya ku 20 sale hewl dide dengê xwe bide bihistin, ji bo dosya nekeve ber demboriyê kampanya îmzeyan da destpêkirin.
 
*Jinan li dijî îdiayên wezareta karê hundir a di pêvajoya pandemiyê de kuştinên jinan kêm bûne, bertek nîşan dan û gotin wezaret daneyan manîpule dike û gelo wezaret kuştinên jinan çawa pênase dike. BI DÎMEN