Ciwanên Mexmûrê kuştina Bariş Çakan şermezar kirin

  • 08:55 3 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Tevgera Ciwanên Mexmûrê bi daxuyaniyek kuştin Bariş Çakan bi daxuyaniyek şermezar kirin û gotin: "Ev bûyer careke din radixe ber çavan ku dewlet ji bo qetilkirina Kurdan sond xwariye û çi rêbazê hovane hebe li hemberî me bi kar tîne." 
 
Tevgera Ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) (TCM) derbarê êrîş û kuştina Bariş Çakan de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsa Ciwanên Mexmûrê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîta Perwerdeya Ciwanan Medîne Tok ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya Meclîsa Ciwanên Mexmûrê wiha ye: "Di cîhanekê ku hemû tişt dibin desthilatdariya çend kesan de navendî bûye, mirovahî jî li ber tunebûyinê ye. Weke ku tê zanin 31’ê Gulana 2020’an ciwanekî kurd ê bi navê Bariş Çakan ê 20 salî, li paytexta dewleta faşîst û dagirker a Tirkiyeyê  ji aliyê çend kesên nîjadperest û faşîst ve hat qetilkirin. Ev bûyer careke din radixe ber çavan ku dewleta Tirk ji bo qetilkirina Kurdan sond xwariye û çi rêbazê hovane hebe li hemberî me bi kar tîne. 
 
Bêguman mirov nikare qetilkirina vî ciwanî weke bûyereke ku çend kesan pêk aniye bigire dest, ji ber kujerê Bariş Çakan dewleta faşîst û qirker a TC ye.  Em dizanin hişmendiya Bariş qetil kir hişmendiya faşîst û neteweperest a bi salane hem di aliyê fîzîkî de û hem jî ji aliyê çandî hewl dide qirkirina kurdan pêk bîne û ji bo vê armanca xwe serî li  her cure û rêbazî dide. Dema em li vê bûyerê dinêrin em dibînin ku Bariş Çakan ne yekemîn kesê ku ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin e. Tenê di sedsala dawiyê de nêzî milyonek kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Ji bo vê yekê dive her jin û ciwan zanibin dewleta Tirk a faşîst xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye û li ser vê hebûna xwe didomîne. Di her kuştin û qetilkirinê de ji bo xwe hin sedemên neteweperest û faşîst ên derewîn derxe pêş jî, di esasê xwe de rijandina xwîna her kurdekê/î ji bo xwe helal û rewa dîbîne.
 
Îro ev zîhniyeta faşîst û nîjadperest li hemû cîhanê belav bûye û bi şêweyên cur bi cur xwe dewam dike. Kujeriya netewe dewletê ku weke nexweşiyekê belav bûye li hemû cîhanê can distîne û mirovahiyê qetil dike. Mînaka herî şênber di Kurdistanê de her roj jin, ciwan û zarok tên qetilkirin. Weke ciwanên Mexmûrê em dixwazin bidin diyarkirin ku heya jin û ciwan li hemberî vê kujeriya  dewletê ranebin ser xwe, dewleta faşîst wê dawî li van komkujiyên xwe nayîne û berevajî vê yekê wê  êrîşên xwe hê zêdetir bike. Îro roj nîne ku dewlet kuştin û qetilkirinê pêk neyîne, roj nîne ku li hemberî nirxê me yê bi rûmet êrîşan pêş nexe.  
 
Weke ciwanên Mexmûrê em bi tu şêweyî van kuştin û qetlîaman qebûl nakin û di şexsê Bariş Çakan de em ê ji dewleta Tirk a faşîst tola her kurdekê/î ku hatiye qetilkirin bistînin. Destpêkê de jin û ciwanên Kurdistanê û her miroveke demokratîk û  azadixwaz ê xwedî şeref û rûmet pêwîste li hemberî  êrîşên dewleta Tirk rabe ser xwe û her qada lê ye bike qada serhildanê. Weke her ciwanek kurd em ê hesabê vê faşîzmê bipirsin û tola xwe rakin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo, Şehîd namirin’ bi dawî bû.