Tevgera Kevana Zêrîn li dijî êrîşan daxuyanî da

  • 15:31 2 Hezîran 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzîkatiyên dewleta tirk û kiryarên wê yên li dijî ciwanên kurd û çanda kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Li tirkiyeyê ciwanekî Kurd ê bi navê Bariş Çakan, ji ber ku bi Kurdî stran gotiye hat kuştin. Kuştina vî ciwanî kiryarên li ser kesayeta civaka kurd û êrîşên li dijî çand û zimanê kurdî nîşan dide. Têkildarî bûyerê Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Doh li paytexta Tirkiyeyê ya bi navê Enqereyê ciwanekî Kurd ê bi navê Bariş Çakan, ji ber ku bi Kurdî stran gotiye hatiye kuştin. Ev kiryar  hem li dijî mirovekî  ye  hem jî li dijî civaka kurd e. Em dibînin ku êrîş û zextên li ser ziman û çanda Kurdan zêde dibin û di sîstema dewleta tirk de ya li dijî kurdan tu guhertin nîne. Bûyerên ku di van rojên dawî  de diqewimin carek din pir eşkere ne û rastiya netewperestiya tirka  dide nîşandan. Ev nêzîkatiyên dewleta tirk her dem heye, lê ya ku niha em dibînin ev nêzîkatî bi rengekî eşkere zêde bûne.  Dewleta tirk çand, zimanê tu netewên din qebûl nake û di sîstema xwe de tenê divê yek ziman û çand be ew jî çanda osmaniya ye. Em van nêzîkatiyan normal nabînin, ji ber ku îro çanda civakekê dibe armanc. Kiryarên dewleta tirk li dijî mirovan îro gihaştiye asteke pir xeter  û di nav de jî civakan bê rih dihêlê. Heta mirov dikare wisa pênase bike ku civak bê mêjî  hatiye hiştin.
 
Dewleta tirk bi van kiryaran faşîzma xwe dide pêş û serweriya xwe ser maf û azadiya mirov mayinde dike. Bi vê hişmendiyê watedariyê nade çand û rengên di nava civak û jiyanê de. Li mirovan her cure îşkenceyê dikin  û zagonên ku ji bo mafê wan hatiye destnîşankirin binpê dikin. 
 
Li Emerîkayê  mirovekî reşik ji aliyê polisan ve hate kuştin. Civaka Emerîkayê hemû rabû ser piyan.  Derveyî kurd û rêxistinên kurda, li hemberî vê faşîzma tirka tu kes dengê xwe nake. Li ser zarokên Kurda, êrîşên polîsên tirk a Batmanê hîn di mejiyên me de zindî ye. Doh, ciwanekî Kurd li Amedê hat binçavkirin, bi copan bi îşkenceyê rûbirû dimîne û dîmen jî tên belavkirin. Ji bilî girtin û binçavkirinên bê maf û dadiyên ku li ser gelê me tên kirin.
 
Ciwanekî kurd yê bi navê Bariş Çakan,  ji ber ku straneke Kurdî gotiye hatiye kuştin. Ev êrîşana pir bi organizekirî tên meşandin. Zimanê biyanî li tirkiye pir bi qîmet e, lê zimanên gelên vê heremê bê qîmet in. Ew jî eşkerebûna bêkokbûna wan e. 
 
Em wek Tevgera Çand û Hunera Jinên Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî, van êrîşên ku li ser gelê me, ciwanên me, çanda me û nirxên me tên kirin qebûl nakin. Em dibêjin ku hişmendiya nîjadperestiya tirkan em ê biruxînin. Bi xwedîderketina  li çand, ziman, dîrok, nirx û hebûna xwe re em ê bijîn. Ziman û çanda me li cîhanê deng vedaye, ji bo wê em ê bi zimanê dayika xwe biaxivin û stranên wan bibêjin. Divê çalakiyên me jî li hember kiryarên dewleta tirk jî di wê astê de be. Bi vî awayî dîsa em bertekên xwe li hember kiryarên dewleta tirk nîşan didin û şermezar dikin.”