Yekîtiya Jinên Êzidî êrîş şermezar kir

  • 15:11 2 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzîdiyan a Herêma Efrînê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan de bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: ” Em daxwaz  dikin ku lêpirsîneke navneteweyî ji bo van kiryarên qirêj were kirin û berpirsiyarên vê binpêkirinê werin dadgehkirin.”
 
Li dijî kiryarên dewelta tirk û komên girêdayî wê Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê daxuyanî dan. Daxuyanî  li navçeya Ehdasê ya Şehbayê bi tevlîbûna endamên Kongreya Star, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat dayin. Di daxuyaniyê de alên  Yekîtiya  Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyan, her wiha pankarta bi nivîsa " Na ji binpêkirin, êşkence û revandina jinan re"û wêneyên jinên ku di hundirê Efrînê de hatine êşkencekirin   hatin hildan. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliya Endama Yekîtiya Jinên Êzdî Orîvan Menan ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Piştî derbasbûna du salan a li ser dagirkeriya tirkiyeyê ya li Efrînê kiryarên dewleta tirk li dijî sivîlan zêde dibe.  Mal û milkên wan welatiyan talan û wêran kirin. Li hemberî hemû hevpeymanên navneteweyî, nirxên ehlaqî binpêkirineke eşkere derheqê mirovan de tê kirin. Her roj revandin, kuştin û kiryarên bê ehlaqî derheqê jinan de dibin. Ev yek hovîtiya wan a mezin û kîna wan ya qirêj li hember jinan nîşan dide. Di sala 2014' an de li Şengalê tiştên bê ehlaq derheqê jinên Êzidî de hatin kirin. Her wiha çand û civaka Êzidiyan ber bi tunekirinê ve dibirin. Îro heman tişt dewleta tirk dubare dike û dixwazin dîroka gel û civakan tune bike.   
 
Em  wek Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzidiyên herêma Efrînê tevî ku em di şert û mercên herî zehmet de dijîn, li hember van binpêkirinan bê deng namînin. Banga me ji hemû rêxistinên mafê mirovan re heye ku parastina mafê jinan bikin û rê nedin tirkiyeyê ku van kiriyaran pêk bînin. Em daxwaz  dikin ku lêpirsîneke navneteweyî were kirin û berpirsyarên vê binpêkirinê werin dadgehkirin.  Divê parêzerên  ji bo azadiya jinê û mafê mirovan mudaxele bikin  û mafê van jinan biparêzin."
 
Daxuyanî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû".