Testên xebatkarên Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê pozîtîf derketin

  • 13:44 2 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê hat zanîn ku testên du xebatkarên Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê pozîtîf derketiye. Her wiha li gor agahiyan van kesan bi nêzî 20-25 malbatan re ketine nava dan û sitendinê.  Ji aliyekî dinê ve jî cihê Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê hat girtin.  
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hat zanîn ku testên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ya du xebatkarên Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê pozîtîf derket. Li gor agahiyên hatin bidestxistin ev du kesan di 29’ê Gulanê roja Înê de ji nêzî 20-25 malbatan re alîkarî birine. Her wiha yek ji kesên di encama têkiliyê de bi vîrusa koronayê ketiye Î.D ye. 
 
Hat diyarkirin ku SGK’ê  piştî ku testên du xebatkaran pozîtîf derket şûnde cihê Koma Piştgiriya Civakî ya Vefayê girt.
 
Hejmara nexweşiyê zêde bû!
 
Li Cizîrê heta niha testên 47 kesan pozîtîf derket, bi sedan kes û avahî jî di bin karantînayê de ne.