Hevserok tecrubeyên xwe vedibêjin (6)

  • 13:20 2 Hezîran 2020
  • Rojane
'Ev sanciyan ên azadiyê bûn, jin bi ser ketin'
 
Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL- Hevseroka yekem a Meclîsa Xweser a Demokratîk Rihan Hico diyar kir ku tevî ku mêr li dijî pergala hevserokatiyê derketin jî wan di encama têkoşîna xwe de pergala hevserokatiyê kirin meriyetê û wiha got:"Jinan sanciyên mezin kişandin. Ev sanciyan ên azadiyê bûn. Jin nesekinînin û bi ser ketin."
 
Di sala 2017'an de yekem car sîstema Hevserokatiyê li Şengalê dest pê kir. Di destpêkê de Meclîsa Avaker a Şengalê lê piştre jî di sala 2017'an de Meclîsa Xweseriya Demokartîk ya Şengalê tê avakirin. Dema Meclîsa Xweseriya Demokratîk hat avakirin Riham Hico bû hevseroka jin a yekem. Riham Hico derbarê pergala hevserokatiyê de nirxandin kir. 
 
'Di destpêkê de mêr li dijî pergala hevserokatiyê derketin'
 
Rihamê di destpêkê de behsa zehmetiyên ku têkildarî pergala hevserokatiyê de pê rû bi rû mane kir û wiha got:"Di destpêkê de meclîsa avaker hat avakirin. Dema meclîsa avaker kongereya xwe çêkir, xwe veguherî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê. Wê demê ez bûm hevseroka meclîsê. Di destpêkê de me zehmetiyên mezin dîtin. Di destpêkê de mêr li dijî pergala hevserokatiyê derketin. Xwestin tenê serok hebe. Di sîstema serok de kar û xebat nedihat meşandin. Adalet di kar da tune bû. Bi rengê mêr kar dihat meşandin. Piştre bû pergala hevserokatiyê. Hevserokatiya desteya Rêveber jî hebû. Ew jî Zehra Silêman bû. Zehmetiyên herî mezin ê wê serdemê yek jê ew bû ku mêran jin wekî îrade nedidîtin. Di destpêkê de tenê wekî nav em hevserok bûn. Çimkî mêran zû bi zû ev yek qebûl nedikirin. Gelek kar wê demê bê jin dihatin meşandin." 
 
'Rola hevserokatiyê hêdî hêdî derket holê'
 
Rihamê da zanîn ku ji ber têkoşîna wan mêr neçar man ku wan wekî muxatab bibînin û wiha dewam kir:"Li meclîsên tax û gundan em bi awayekî çalak xebitîn. Me meclîs bi rêxistin kirin, me derfet da avakirin. Meclîsên gundan jî hatin avakirin û me wekî jin rola xwe lîst. Me xwe bi civakê da qebûlkirin. Kedek bêhempa hat meşandin. Loma mêr mecbûr man ku me muxatab bigirin. Rola hevserokatiyê hêdî hêdî derket holê. Hevsengîyek çêbû, pergaleke kar çêbû, hevserokên jin cidî hate girtin. Hevserokên jin bi ked û îspatkirina xwe cidî hate girtin. Bi ked û têkoşînê, berxwedanê hate cidîgirtin. Ne ji xwe bi rehetî cidî hate girtin, ji xwe ev sîstem bi hêsanî nehate rûniştandin. Di destpêkê de zehmetiyên wê pir mezin bûn. Gelek bi êş bûn heta êşa mirinê bû. Sanciyên azadiyê bûn. Carna dihat astekê ku mirov de jê berde. Lê jinê dev ji têkoşînê berneda û têkoşîn mezin kir."
 
'Bi têkoşîna xwe em bi ser ketin'
 
Rihamê bal kişand ser hevdîtinên yekem û wiha dewam kir:"Di destpêkê de mêran nedixwestin em li gundan jî xebatê bimeşînin. Jin tevlî hevdîtinên derve nedikirin. Mêr diçûn hevdîtinan. Digotin hûn ne xwendevan in hûn Erebî nizanin. Di destpêkê de digotin cihê wan mal e. Di hevdîtinên xebatan de jinan zehmetî kişandin lê dawiyê Şengal bi rengê jinê hat xemilandin. Bi ked û têkoşînekê mezin gelek tişt hat avakirin. Di destpêkê de em tevlî hevdîtinên Bexdayê bûn. Em tevlî hevdîtinê bûn. Bi têkoşîna xwe em bi ser ketin."
 
'Piştî têkoşînê rengê jinê bêtir pêş ket'
 
Rihamê anî ziman ku di heman demê de ji ber malbatê jî ew di qada hevserokatiyê de bi pirsgirêkan rû bi rû mane û wiha dewam kir:" Malbat û civak jî hema tiştî difîkiryan. Destpêkê de malbatê nedihişt ku em ji hundirê mal derbikevin. Digotin li mal bin zarokan xwedî bikin mezin bikin. Dema em derketin qadan jî di destpêkê de me çiqas zehmetî kişandi be jî me li berxwe dan. Dema jin di hevserokatî da kar dike rastî jî sanciyan dikişîne. Her kêliyeke wê berxwedan e. Dema em dinêrin di nava qadan de rengê jinê kêm bû. Lê piştî têkoşînê rengê jinê bêtir pêş ket. "
 
'Jin rola xwe dikare baştir bilîze'
 
Pêvajo bi bawerî û hêza jina Êzidî pêş ket. Jin vî karî bi ked, edalet û hezkirin dikarin bidin meşandin. Jin rola xwe dikare baştir bilîze. Jinan tu carî gav paş de neavêtin. Dema em diçûn hevdîtinan me behsa pergala Şengalê dikir. Xebatên ku dihatin kirin ji bo dibû moralekî mezin. Gelek jinên ku di dîrokê de pêşngtî kirine hene û ev jî bû bingeha xebatên niha. Xatûna Ferqan, Stiya Nexşe, Meyan Xatûn, bi dehan jin ji alî leşkerî û civakî, aborî de pêşengtî kirine, ji civakêra bûne bersiv. Civak rêxistin kirine, xwedî li wê civakê derketine. Îro di şexsê hevserokên ne tenê ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, hevserokên meclîsa, ya saziyan, hemû jinên ku di nav xebatên xweseriyê da cih digirin di şexsê rol û misyona pêşengên wek Xatûna Ferqan tên nûkirin û zindîkirin. Ev rol tê diyarkirin ku careke din civaka Êzidî çawa bi destê jinê hatibû birêvebirin, wê pêşî li ferman û komkujiyan bên girtin."