‘Em ê biçin ber DEDAŞ’ê û çalakiyê pêk bînin’

  • 09:13 2 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li 40 gundên girêdayê Dêrik û Qoserê ji 14’ê Gulanê de ye ceyran hatiye birîn. Hulya Irmak ya ji gundê Welikê bertek nîşanê rewşê da û diyar kir ku ger hewce bike ji bo dengê wan bê bihistin wê biçin ber DEDAŞ’ê û çalakiyê pêk bînin.
 
Belavkariya Elektîrîkê ya Dîcle A.Ş(DEDAŞ) bi hinceeta ‘deynê cotkaran heye’ ceyrana 40 gundên girêdayî Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê birî. Ji 14’ê Gulanê deye gund bê ceyrane. Malbatên ku deynên wan tune jî ceyrana wan hat birîn û li dijî vê gundiyan serî hilda.
 
Bi tankêran avê dikşînin
 
Welatiyên gundê Welikê yê Dêrikê, diyar kirin ku diçin ji gundên din bi tankêran avê tînin. Welatiyên ku traktor û tankêrên wan tune ne jî bi rojan li benda avê dimînin. Hulya Irmak bertekên tûnd nîşan da û destnîşan kir ku êdî cilên wan yên paqij nemane û got: “Ji ber av tune ye em perîşan bûne. Cilên me yên paqij nemane. Ev çend roje em di vê rewşê de ne. Ev ne edelete. Li gundekî heye li yê din tune ye. Êdî bes e. Em her sal vê dijîn. Gundiyên nikarin biçin avê bînin jî hene. Ev dewlet gelo bi kêrî çi tê?”
 
‘Hewce bike em ê biçin ber DEDAŞ’ê’
 
Hulyayê daxuyakirin ku ev rewş wisa bidome wê biçin ber DEDAŞ’ê û got: “Em bi hesreta ava paqij man. Cilên me hemû qirêj bûne. Wisa bidome em ê biçin ber DEDAŞ’ê û çalakiyan pêk bînin.”
 
‘Li hember me dijminahiyê dikin’
 
Kader Irmak jî daxuyakirin ku bi rojane mexdurin û wiha dawî lê anî: “Em nikarin serê zarokên xwe bişon. Bi hezaran mirov mexdur bûn. Kesên ku rewşa wan xerabtirin hene. Em avê dibin ji mirovên kal û pîr re. Makîneyên me xera bûn. Gelo hîna çi ji me dixwazn. Bi salane tiştek baş nekirin. Ji bilî dijminahiyê tu tiştek nekirin.”