'Di sîstema weşana televizyona Soroyo de, me hemû jin gihandin hev'

  • 09:06 2 Hezîran 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Televizyona ‘Soroyo’ ya neteweyên xiristiyan Sîmîl Samwêl, têkildarî danasîna civaka xiristiyanan a bi rengê xwe û armancên avakirina televizyonê ev tişt got: "Bi avakirina televizyonê re me xwest em beşdarbûna jinên xiristiyan a di qada siyasî, leşkerî, parastina nirxên civakê û hevkariya wê ya bi jinên neteweyên din re bidin xuyakirin. Bi pergala demokrasiyê re civaka xiristiyan li çanda xwe ya resen û zimanê dayikê vegeriya."
 
Di nav nexşeya netewa demokratîk de hemû reng, netew, civak û bawerî tên dîtin. Çandên ku bi salan bi bandora sîstemên desthilatdar hatin paşguhkirin, helandin û tunekirin ji nû ve nûjen bûn. Di civaka Rojhilata Navîn de her tim qirkirina çand û nasnameya gelan dewam kiriye. Di sîstema netewa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiya rûniştandin ya ku bi pergala netewa demokratîk herêmên xwe bi rêxistin kirine, mafê hemû netewan ji wan re hatiye dayin.  Hemû reng û dengê jiyana wekhev, hezkirin,  bawerî û ji mirovên din re rêzdarî tê dîtin. Bi rizgarkirina herêmê ji hemû sîstemên serdest êdî hemû netew bi rengê civaka xwe  hebûna xwe mayinde dikin û bi çandên xwe re bi rengekî azad dijîn. Yek ji van destkeftiyan jî avakirina televizyona  ‘Soroyo’ ya neteweyên xiristiyan e ku di 10'ê Cotmeha 2004’an de li welatê Siwêdê hatiye avakirin û bi avakirina Rêveberiya Xweser re bi rengekî fermî şaxê xwe li Sûriyeyê vekiriye.  
 
Endama Rêveberiya Televizyona ‘Soroyo’ ya neteweyên xiristiyan  Sîmîl Samwêl, derbarê kar û xebatên televizyonê de, danasîna civaka xiristiyan a bi rengê xwe û armancên avakirina televizyonê  ji me re nirxandin kir.
 
'Me xwest em çand û hebûna civaka  xwe bidin nasîn' 
 
Sîmîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser vekirina televizyona Soroyo û wiha got: "Civaka me her bi qirkirinê re rû bi rû dima û gelek caran jî êşên ku derbas dikir an jî xweşiyên ku dijî weke hebûneke çand û civakê nedihat dîtin. Jixwe di aliyê ziman de jî ez dikarim bêjim me tîp û peyvên zimanê xwe ji bîr kiribûn û tenê em bi zimanekî ku ne zimanê me jî diaxivîn. Me xwest bi vê yekê re em jî hebûn û civaka xwe  ya netewên xiristiyan bi rêya televizyona xwe bidin nasîn. Dibe di destpêkê de me gelek êş kişandin heya ku me bingeha xwe girt, lê ya girîng ku em jî bûne  beşek ji dengê jina xiristiyan a di nava şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê." 
 
'Di sîstema weşana televizyona Soroyo de, me hemû jin gihandin hev'
 
Sîmîl di dewama gotinên xwe de destnîşan bal kişand ser naveroka weşana televizyonê û beşdarbûna jinê ya di qada rojnemevantiyê de û wiha domand: "Jixwe destpêka vekirina televizyonê  tenê  me weke çanda civaka xiristiyan dida nasîn, lê bi pêşveçûna xebatên jinê re êdî me xwest em beşdarbûna jina xiristiyan di qada siyasî, leşkerî, parastina nirxên civakê û hevkariya wê ya bi jinên netewên din re bidin xuyakirin. Di sîstema weşana  televizyona me de me jinên hemû pêkhateyan gihandin hev û bi serkeftina jinan re êdî me weşana xwe xurt kir. Jixwe di aliyê xwedîderketina li nirx û hebûna civaka xwe de jinên xiristiyan xwedî seknek pir bi hêz in. Me dikaribû weke jin cihê xwe di nava rojnamegeriya jinê de bigirin û bi şoreşa xwe re bibin xwedî hebûneke mayinde." 
 
'Em pir kêfxweş in ku em jinên şoreşê ne'
 
Sîmîl di dawiyê de ji bo wekheviya civak û netewan di nava sîstema Rêveberiya Xweser de anî ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi avakirina Rêveberiya Xweser re, me dikarîbû em weşana xwe rengo rengo bikin. Derfetên ku bi şoreşê re ketin destê me pir bi qîmet bûn.  Bi pergala demokrasiyê re civaka xiristiyan li çanda xwe ya resen û zimanê dayikê vegeriya. Ev yek jî me baş li ser ekrana televizyona Soroyo şîrove kir. Em pir kêfxweş in ku em jinên şoreşê ne. Bi hêviya serkeftinê ya ji bo hemû televizyonên ku di bin sîwana netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser de dixebitin."