Jinên Êzidî: Li hemberî kiryarên Efrînê bêdeng nemînin

  • 09:05 2 Hezîran 2020
  • Rojane
Elmas Nayîf - Nesrîn Hisên
 
ŞENGAL - Jinên Êzidî li hemberî kiryarên ku li Efrînê pêk tên nerazîbûnên xwe nîşandan û gotin: "Di dema fermana 3'yê Tebaxê de kes û saziyên ku mafên mirovan diparêzin li hemberî kirayên li hemberî civaka Êzidî bêdeng man û niha jî bêdengiya xwe li hemberî kiryarên ku li Efrînê tê meşandin bêdeng in." 
 
Êrîşên li hemberî Efrînê ji hêla jinên Êzidî yên Şengalê ve hatin şermezarkirin. Jinan di nêrînên xwe de banga xwedî li derketina Efrînê kirin. Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sebîha Sebrî û endama meclîsa TAJÊ Berfê Elyas ajansa me ra axifin.
 
Sebîha Sebrî di destpêkê axaftinên xwe bal kişand ser fermana 3'yê Tebaxê û got: "Di fermanê de gelek jin û ciwanên Êzidî ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê. Niha jî heman tişt li Efrînê pêk tê. Her wiha bi fermana 3'yê Tebaxê xwestin civaka Êzidî ji holê rakin. Lê belê tu carî ev dijmin bi ser neketin. Lê tiştek balkêş her çend civaka Êzidî banga ji dewletên navneteweyî û saziyên mafên mirovan kirin jî hemû bi bêdeng man. Ev tişt cihê şermezarkirinê ye."
 
Sebîha Sebrî, da zanîn ku di serî de heta îro dezgehên mafên mirovan ên Ewropayê li dijî fermanê gavek neavêtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dema fermanê de deng nekirin lê di dema Efrînê de jî deng nekirin. Em wekî jinên Êzidî bang li cîhanê dikin ku li dijî êrîş, windakirin û rewandina li Efrînê pêk tên bêdeng nebin û xwedî li Efrînê derkevin." 
 
Berfê Elyas ku endama meclîsa TAJÊ ye di nêrînên xwe de bal kişand ser berxwedana Efrînê û wiha axivî: "Ev du sal li ser berxwedana Efrînê re derbasbû. Em wek jinên Êzidî bi berxwedana jinên Efrînê re ser bilindin. Çawa di dema fermanê da keç û jinên Êzidî hatin revandin û îro jî li Efrînê heman tişt pêk tê. Lê çîma îro li hemberî wan kiryaran kes û saziyên ku mafên mirovan diparêzin bêdengin. Em wek jinên Êzidî erîşên ku li ser jinên Efrînê qebûl nakin û em bêdeng namînin. Em bi berxwedana Efrînê ser bilindin."