‘Ji bo fêmkirina zarokan rê û rêbazên cuda biafirînin'

  • 09:03 2 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Parêzer Çîgdem Ertak diyar kir ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de herî zêde zarok bi bandor bûn û got: "Di vê pêvajoyê de zarok ji qadên lîstikên dûr man. Bi taybetî di vê rewşê de peywira malbatan zêde ye. Ji bo zarokên xwe fêm bikin divê rê û rêbazên cuda bên afirandin û bi lîstîkên cuda têkilî bi zarokên xwe re dayîn."
 
Weqfa Piştevaniya Koçberî û Mirovî (GIYAV) 9 sal in li Amedê ji bo mafên zarokan xebatan dike. Ji ber rewşa vîrûsa koronayê (COVID-19) ku bandora xwe li ser hemû qadan nîşan da, xebatên atolyeyên wan jî hatin sekinandin. Niha jî xebatên xwe bi rêya telefonê didomînin û xwe dighînin zorakan. Parêzera GIYAV’ê Çîgdem Ertak ji ajansa me re axivî û bal kişand ser mafên zarokan.
 
Çîgdem, diyar kir ku ji ber rewşa pandemiyê xebatên atolyeyan hatin sekinandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Wekî ku tê zanîn şewba vîrûsa koronayê li ser her qadê bandora xwe nîşan da. Bûrsên ku ji bo zarokan dihatin dayîn û atolyeyên ku ji bo pêşxistina zarokan hatî destpêkirin di vê pêvajoyê de hatin betalkirin. Atolyeyên wekî perwerdeya zimanê zikmakî, lîstokên zihnî û hwd hatin rawestandin. Du projeyên ku di meha gulan û hezîranê de bihata pratîzekirin hatin taloqkirin. Lê em ê wan projeyan di meha tîrmehê de pratîze bikin." 
 
‘Têkiliya me bi zarokan re berdewam kir’
 
Çîgdem, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe yên di vê pêvajoyê de dane meşandin û wiha got: "Di pêvajoya pandemiyê de ji hêla Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHA), UNICEF û Komîseriya Bilind a Penaberan a Yekîtiyên Netewî (UNHCR) videoyek ji bo zaroka xwe ji vîrûsê biparêzin hatibû amadekirin. Ev vîdeo me ji zarokan re şand. Bi taybetî di vê pêvajoyê de bi rêya telefonê me xwe gihand zarokan û me gelek caran peyam ji zarokan re dişand. Me têkiliya xwe bi zarokan re nebirî. Ji ber ku di vê pêvajoyê de herî zêde zorak bi bandor bûn. Niha ji ber rewşa heyî zarok nikarin li derve û li qarka bilîzin. Neçarin ku li malê bimînin. Ev tişt bandoreke neyînî li ser zakon hişt. Gelek caran zarok ji me re digotin gelo em ê kengê bên weqfê."
 
‘Mafê perwerdê ya zarokan hat binpêkirin' 
 
Çîgdem bal kişand li ser pêvajoya perwerdeya bi rêya online û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Perwerdeya zarokan ji 23’yê adarê ji hêla EBA'yê bi rêya online hat meşandin. Li ser vê mijarê du babetên girîng hene. Yekemîn divê telefon, kompûtur û televizyon hebe. Ya duyemîn jî divê xwedî înternetê bibin. Malbatên ku di hêla aboriyê de rewşa wan ne baş e ji vê perwerdeya online dûr man. Her wiha şert û mercên malên zarokan jî ji bo vê newekheviyê sedemek din e. Ango di vê rewşê de newekheviya sereke li ser mafên perwerdeya zarokan kirin. Vê pêvajo ji me re carek din jî nîşan da ku newekheviya civakî û aboriyê her wiha bê edaletî binpêkirina mafan diafirîne, van rewşên awarte jî vê newekheviyê kûr dike."
 
'Ji bo fêmkirina zarokan têkilî danîn girîng e' 
 
Çîgdem di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku zarokên ku niha ji dibistan û qadên listikên xwe dûr in û wiha dom kir: “Bi taybetî di vê rewşê de peywira malbatan zêde ye. Ji bo zarokên xwe fêm bikin divê rê û rêbazên cuda bên afirandin û nebû bi rêya lîstîkên cur bi cur têkilî bi zarokan re daynîn. Ev tişt dê bibe sedema pêştina zarokan."