Komeleya Rosayê rapora çalakî û xebatên xwe parve kir
- 14:24 1 Hezîran 2020
- Rojane
AMED - Komeleya Jinan a Rosayê derbarê êrişên hikumetê ên li ser komeleya wan hatine meşandinê, li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endama komeleyê û parêzera komeleyê Gozde Enqîn ve hat xwendin û di daxuyaniyê de xebatên hatine kirin û sedema êrişan hat parvekirin.
Komeleya Jinan a Rosayê têkildarê êrişên hikumeta tirk ên li ser komeleyê û kar û xebatên xwe de daxuyanî da çapemeniyê. Di heman demê de rapora çalekî û xebatên hatine meşandin jî hat parvekirin. Di daxuyaniya li avahiya komeleyê hate dayîn de parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag, hevseroka HDP ê ya bajêr Hulya Alukmen, endamèn Tevgera Jinên Azad (TJA) yê, endamèn DAKP ê jî amade bûn.
‘Em ê herdem têkoşîna xwe bidomînin’
Endam û parêzera Komeleya Jinan Rosayê Gozde Engîn metna çapemeniyê xwend, Gozde di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girtina endamên komeleya Rosayê û TJA yê û wiha axivî: “Di 5’ê meha Gulanê de 18 hevalên me hatin binçavkirin û êrişek taybet li ser jinan hat kirin. Di lêprsîna wan kesan de pirsa çalekî û xebatên Rosayê hatine kirin. Hikumeta dixwaze komeleya ku tenê li hemberî qetlîama jinan, êrîşên zayendî û tecawuzê têkoşînê dide ilegalîze bike. Ji roja ku komele hatiye demezrandin ev êriş tên meşandin. Lewra hemû çalekî û xebatên me bi destura Wezaretê dihatin kirin. Lê divê were zanîn ku çiqas girtin, êriş û gef li ser me werin meşandin jî riya em dişopînin riyek rast e û em şê tim têkoşînê bidin.”
Gozde rapora çalekî û xebatên komeleyê Rosayê wiha parve kir:
*"11 Çile 2019: Kampanya em bibin heviya Oyku Arîn.
*3 Adar 2019: Panela Jin û şer a li gorî biryara 1325'an a Neteweyên Yekbûyî.
*07 Adar 2019: Tora Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê ya Amedê hat avakirin.
*08 Adar 2019: Di Konsera Rewşen Çeliker de bi jinan re hat cem hev.
*21 Gulan 2019: Ji bo Parêzer Muzeyyen Boylu a li Amedê hat qetilkirin daxuyanî da.
*27 Gulan 2019: Ji bo Merve Unal a li Amedê hat qetilkirin daxuyanî da.
*21 Hezîran 2019: Li dijî qetilkirina jinan meşa jinan.
*08 Hezîran 2019: Çalakiya Xemrî û Reş
*08 Pûşber 2019: Çeteleya Adar Heziranê ya Bajar aşkere kir.
*24 Tebax 2019 – Çalakiya Em naxwazin bên kuştin.
*28 Tebax 2019: Li dijî qetilkirina jinan meşa jinan.
*02 Tebax 2019: Çalakiya Konvoya Xemrî.
*30 Tebax 2019: Ziyareta li dijî tayînkirina qeyûman.
*22 Îlon 2019: Tevlêbûna komxebata Platforma Têkoşîna ji bo jinên Bi zorê hatin desteserkirin.
*07.10.2019: Tevlebûna perwerdehiya tora qasidan a Akdenizê.
11 Çotmeh 2019: Bi sernavê 'Jin aştiyê dixwazin' daxuyanî hat dayîn.
*07 Mijdar 2019: Tevlêbûna şîna Muteber
*19 Mijdar 2019: Têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê xebata zanebûn û hişyarbûnê.
*20 Mijdar 2019: Têkildarî 25'ê mijdarê bi endaman re hatin cem hev.
*25 Mijdar 2019: Bi jinan re hatin cem hev
*23 Mijdar 2019: Têtikladî 25'ê Mijdarê komxebata jinan a li dijî tundiyê.
*23 Mijdar 2019: Têkildarî 25'ê Mijdarê meşa şevê.
*10 Kanûn 2019: Çeteleya tundiyê ya meha tîrmeh Kanûnê ya bajar aşkere kir.
*24 Kanûn 2019: Atolyeya Xeyal û Aştiyê.
*26 Kanûn 2019: Roja îmzeyan: Emîne Esmer 'Hêlîna Evînê"
*06. Çile 2020: Li dijî zagona îstismarê daxuyaniya çapemeniyê.
*20 Çile 2020: Rapora Gulistan Doku bi raya giştî re parve kir.
*22 Çile 2020- Ji bo Melîke mala şînê vekir
*22 Çile 2020- Çalakiya Zincîra Jiyanê.
*27 Sibat 2020- Çalakiya Gulistan Doku li ku ye?
*08 Adar 2020- Mîtînga 8'ê Adarê
*16 Gulan 2020: Zincîra Mirovan a Xemrî "
Gozde piştî rapora xebatên komeleyê parvekir wiha axivî: “Ev çalekiyên ku me bi destura walîtiyê dane meşandin îro di lêpirsînê de ji hevalên me tên pirsîn û wan xebatan îlegalîze dikin. Gozde wiha berdewam kir: “Kesên ku dixwazin kiryarên me suc bibînin bila carek din li rapora me temaşe bikin. Em niha ji li pişt çalekî û xebatên xwe ne. Bi vê saye bi qasî 160 jinên mexdur serî li komeleya me dan. Em xebatek mafdar didin meşandin emê bidin meşandin ji. Em tim dibêjin û emê hertim ji bêjin “Jin jiyan Azadî, qetlîama jinan polîtîk e”
Daxuyanî bi çepik û diruşmeya jin jiyan Azadî re bi dawî bu.