Li dijî êrîşên li ser jinan daxuyanî hatin dayin

  • 14:00 1 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê yên li Efrînê yên di derheqê jinan de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan.
 
Li dijî kiryarên dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê yên li Efrînê yên di derheqê jinan de li Bajarê Qamişloyê ji aliyê jinên Efrînê yên ku koçber bûne, li Şehbayê ji aliyê jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û li Helebê jî ji aliyê Bîroya Jinê ya MSD'ê  daxuyanî hatin dayin
 
Li Efrînê kiryarên dewleta tirk hatin şermezarkirin
 
Jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê yên li herêma Efrînê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi dehan jin amade bûn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên jinên ku rastî îşkence û qetilkirinê hatine hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hatin dayîn. Bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Rêveberiay Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi derbasbûna zêdeyî du salan a dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê, binpêkirin, sûcên weke kuştin, îşkencekirin, revandin, dizî, talankirina xêr û berên Efrînê, koçberkirina bi darê zorê, qirkirina çandî û guhartine demografîk hatine kirin. Bi vê yekê rêjeya kurdan li Efrînê niha ji %18 derbas nabe. Jin a herî zêde ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tê armancgirtin, bi tecawiz, revandin, zewicandina bi darê zorê, rû bi rû tên hiştin. Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya mafên mirovan 61 rewşên tecawizkirinê û 3 rewşên xwekujiyê hatine belgekirin. 
 
Di 28'ê Gulana 2020'an de di zindanên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker de jinên kurd û ereb tazî hatin dîtin. Lê cîhan li dijî van kiryarên dijmirovî her bêdeng e. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta pêşengtiyê di şoreşê de guhertin û demokrasî bi dest xistiye. Her wiha Efrîn yek ji nimûneyên demokrasiyê bû ku nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikir, cihekî xwe taybet di tevahî waran de girt.
 
Li ser navê jinên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê em van kiryarên gunehkar ên di derheqê jinên li herêmên ku bi kontrolkirina dewleta tirk a dagirker de şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya navneteweyî li beranberî tiştên ku li Efrînê diqewimin ji binpêkirin û sûcên şer şermezar dikin. Em ji desteya Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Navneteweyî yên mafên mirovan daxwaz dikin ku bi  erkên ku dikevin ser milê wan rabin û li hemberî van sûcên ku ji aliyê komên çete û di nava wan de koma Elhemzat yê ku ji aliyê dewleta tirk tê destekkirin, bisekinin û lêpirsîneke navneteweyî dest pê bikin û zextê li dewleta tirk bikin da ku destdirêjiyên dijmirovî li ser şêniyên Efrînê bi giştî û li ser jinên ku rastî cureyên îşkencekirina derûnî û fîzîkî tên, rawestînin.
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
 
Li Helebê kiryarên di derheqê jinan de tê kirin hatin şermezarkirin
 
Bîroya Jinê ya MSD'ê ya bajarê Helebê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê yên di derheqê jinan de şermezar kirin. Di daxuyaniyê de bi dehan jin amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Bîroya Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Nejla Hemze ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî dagirkirina herêma Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve heta roja îro revandin, girtin, dizî, talankirin û destdanîna li ser malên gel berdewam dike. Bi taybet li herêma Efrînê mafê jinan tê binpêkirin  û desthilatdarî dixwaze îradeya jinê bişkîne, lewma jin kirine armanca xwe ya sereke, lê jin teslîmkariyê qebûl nake û li hember van wê xurtir bibe û wê bi îradeya xwe dagirkerî û çeteyan têk bibe.
 
Siyaseta ku li Efrînê îro tê meşandin siyaseta tirsê ye. Dewleta tirk her roj banga herêmên ewle dike, lê dewleta tirk û çeteyên wê her roj li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê dimeşîne. Gel her roj bi kiryarên dagirkeriyê re rû bi rû dimînin.
 
Em weke Bîroya Jinê ya MSD'ê em bang li saziyên mafê mirovan û hiqûqnasan dikin ku sînorekî ji kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê re were danîn û hemû dewlet ji bêdengiya xwe derkevin û helwestên xwe nîşan bidin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.  
 
Jinên Efrînê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan de şermezar kirin
 
Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinên Efrînê de, jinên Efrînê yên ku koçî Qamişloyê bûne bi daxuyaniyekê helwesta xwe  li hember van kiryaran nîşan dan. Daxuyanî li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî ya taxa Siyaî ya Qamişloyê hat dayîn. 
 
Daxuyanî ji aliyê Gulîstan Sîdo  ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Rêzegunehkarî û binpêkirinên ku ji aliyê dagirkerê tirk û komên çekdar ên pê ve girêdayî, qaşo bi navê artêşa Wetanî ya Sûrî  li Herêma Efrînê ya Sûriyeyê berdewam in. Dîmen û wêneyên ku ji aliyê çekdaran bi xwe ve hatine weşandin, diyar dibe ku bi dehan jinên kurd li baregeheke leşkerî hatine desteserkirin û li dijî wan tundî tê meşandin.  Ev belgeyên dîtbarî yên  ku derketine holê, tevî bi dehan rapor û nûçeyan diyar dike ku ev kom li gorî ferman û planên Tirkiyeyê  binpêkirina mafan û îşkenceyê pêk tînin.  
 
Van komên çekdar ên li herêmê bi qasî serê derziyê jî ne rewa û qanûnî ne, ew tenê amûra Enqereyê ne, bi rêya wan ji sedî 80 nişticihên resen yên Efrînê koçber kirine. Her wiha yên mane jî di zindaneke mezin de dijîn û di derheqê wan de rojane hemû cureyên gunehkariyan ji kuştin, revandin, hepiskirin, îşkencekirin, talankirin û ferzkirina bacayan pêk tînin. Kiryarên van komên çekdar li dijî jinên kurd hemû zagon û peymanên navneteweyî û kevneşopiyên civakî binpê kirine û ji kiriyarên DAIŞ’ê ku koletî û rûmeta jinan binpê dikirin ne cuda ne. Bûyerên ku li Efrînê diqewimin mafê xwezayî ya mirov di jiyankirinê de, her wiha qanûnên navneteweyî binpê dike.  
 
Ew jî ev in:  
 
* Madeya pêncan a danezana cîhanî ya mafê mirovan ku di 10'ê Kanûna 1948'an de li Parîsê hatiye pesendkirin dibêje ''çênabe li tu kesî îşkence ango tundî, kiryarên dermirovî û bêrûmetkirinê bên kirin'' her wiha di madeya nehan de jî wisa tê gotin '' çênabe bi darê zorê kesek bê zindankirin an rawestandin û derbiderkirin'' her wekî din di madeya dozdehan de jî ev tişt tê gotin ''çênabe kes dest jiyana taybet a mirovan, herwiha  malbat , warên wan bibe, ne jî rûmet û namûsa wan werin  şikestin. Mafê her kesekî heye ku qanûn wan ji destwerdan û hemleyên  bi vî rengî biparêze.
 
*Qanûna sizayî ya navneteweyî di madeya xwe ya heftan de dibêje '' hepiskirina jinan û îşkenckirin, kolekirin û destdirêjiya li ser şerfa wê gunehkarî ye li dijî mirovahiyê û qanûna navneteweyî vê yekê ceza dike.
 
*Madeya 27'an ji Lihevkirina Cenevrê  ya  sala 1949'an a girêdayî parastina sivîlan di hemû rewşan de: mafên şerf, malbat, baweriya olî û çandî de rêzgirtin hebe û divê bi awayekî taybet bi wan re li dijî tundiyê dan û standin bê kirin. Her wiha gelek made jî ku danûstandina tund û destdirêjiya li ser rûmetê qedexe dike hene. 
 
*Danezana komeleya gîştî ya NY di sala 1974'an de weşandiye  ya girêdayî parastina jin û zarokan. 
 
*Rêgezên danezana cîhanî ya bidawîkirina tundiya li dijî jinê sala 1993. 
 
*Pêşniyarnameyên ji hevpeymaniya SÎDAW ya girêdayî rewşa jinan.
 
Daxawza me ji civak û saziyên navneteweyî yên têkildar ev in: 
 
*Divê di zûtirîn demê de liv û tevgerek bê kirin ku binpêkrinên di dirêjahiya du salan de li Efrînê pêk tên bi sînor bibin. Her wiha diyarkirina çarenûsa jinên kurd yên di ku zindanên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de hatine girtin û rizgarkirina wan.  
 
*Avakirina komîteyek navneteweyî ya ji bo darizandina gunehkaran ji ber kiriyarên talanî, revandin û îşkenceya li ser jinên efrînî dimeşînin.
 
*Saziyên ragihandinê yên pêbawer derbasî Efrînê bibin û rewşa kambax a niştecihên resen li wir bi awayekî pispor bişopînin û vekolînin.
 
*Bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û derxistina komên tundrew û garantîkirina vegereke bi rûmet ya xelkên Efrînê yên derbiderkirî ji warên xwe re. 
 
*Xistina komên çekdar yên li Efrînê di lîsteya terorê de.