Li Wargeha Mexmûrê ji bo ezmûnan şensê duyemîn

  • 12:09 1 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Komîteya Perwerê ya Mexmûrê ku ji ber şewba koronayê navber dabû perwerdehiyê, careke din perwerdeya xwe ji cihê mayî da destpêkirin.  
 
Ji bo perwerdeya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ber belavbûna vîrûsê navber hatibû dayîn. Lê ji ber asayîbûna rewşê perwerdê ji cihê mayîn careke din hat destpêkirin. Ji Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê mamoste Marye Bozan, diyar kir ku ji bo moral û motîvasyona xwendekaran di nava hewldanan de ne.
 
Marye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xwendekarên wargehê û got: "Di serê adarê de vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê belavbû û gelek tedbîr hatin girtin. Ji bo ku em jî xwendevanên xwe ji vê nexweşiyê bi parêzin me wekî komîteya perwerdê navber da bû perwerdê. Lê îro rewşa heyî hinek aram bûye û ji bo ku em sala perweprdê ya 2019-2020'an bi awayekî serkeftî biqedinîn xwendevanên ku di waneyên xwe de bi ser neketine şensê duyemîn bidin wan ku  derbasî refekî jor tir bibin me îro dest bi ezmunê dema duyem kir."
 
Marya Bozan di dawiya axfitina xwe de bal kişand ser bandura amabrgoyê ya li ser wargehê di dema şewbê de jî û wiha got: "  Li milekî ambarg û li milê din ji ev nexweşiya heyî, bi taybetî jî şewbê bandoreke neyînî li ser  bi vê nevê bandureke neyînî li ser deroniya xwendevanan kirye ku wekî berê nikrin motîveyî waneyên xwe bibin.  Ji bo ku xwendevanên me vê rewşê bê ku zererk jê bibin derbas bikin em ê her di nava hewldnan de bin."