Jinên Mêrdînê: Bi operasyonan nikarin pêşî li têkoşîna me bigirin

  • 09:08 1 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê bertek nîşanê girtina endamên Komeleya Jinan a Rosa û aktîvîstên TJA’yê dan û gotin: “Têoşîna me bi kok e û em xwe zêde dikin. Em ê daxwaza xwe ya mafdar her tim li her derê bînin ziman. Tu kes bi operasyonan nikare pêşî li têkoşîna jinê bigire.
 
22’ê Gulanê de navenda wê Amed, operasyon pêk hat û di navde endamên Komeleya Jinan a Rosa, aktîvîstên TJA’yê û endamên Dayikên Aştiyê hebûn 12 aktîvîst û siyasetmedarên jin hatin girtin. Li dijî vê bertek didimon.
 
‘Ji jinan bitirsin!’
 
Jinên Mêrdînê jî bertek nîşanê operasyonê dan. Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê Gulîzer Îpek bertek nîşan da û got: “Di têkoşîna siyasî ya kurd de jinên kurd cihekî girîng digirin. Ev têkoşîn ji aliyê hemû cîhanê ve bi rêzdarî tê pêşwazîkirin û veguheriye destkeftiyeke mezin. Ji ber vê jî her tim li dijî vê destkeftiyê êrîş çêbû. Bi ser malên hevalan de girtin, binçavkirin. Ji jinan bitirsin. Hele hele ji jinên kurd bitirsin. Jin wê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rola xwe ya pêşeng bidomînin. Zext wê me bêzar nekin.”
 
‘Bi operasyonan xwestin dengê jinan qût bikin’
 
Aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok jî destnîşan kir ku di encama operasyonan de 18 hevalên wan hatine binçavkirin û 12 heb bi hincetên cuda hatine girtin. Sumeyeyê wiha got: “Jinan li dijî şîdet û rojeva welat û hikûmetê xebat û çalakî dimeşandin. Ji bo pêşî li şîdetê bigirin derdiketin kolanan. Bi van operasyonan xwestin dengê jinan qût bikin. Dixwazin xebatên jinan terorîze bikin. Bi baldarî li sûc digerin. Dewleta ku banga ‘li malê bin’ dike, operasyonên siyasî pêk tîne. Dîroka berxwedana me bingeha wê kûr e. Em TJA’y’i dizanin ku bi hevalên xwe yên hatine girtin re heman sûc kirine. Em ê her tim li kolan û qadan bin. Em ê xebatên xwe bidomînin.”
 
‘Di pêvajoya vîrusê de jin zêdetir hatin qetilkirin’
 
Cigira Seroka Komelaya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Sema Ozel Asî jî destnîşan kir ku wek civak di pêvajoyek zehmet re derbas dibin û bi taybet ev pêvajo ji bo jinan zêdetir zahmet bû û wiha dawî lê anî: “Bi vîrusê re her kes li malên xwe man û bi vê re jî şîdeta li ser jinê zêde bû. Di vê pêvajoyê de jin zêdetir hatine qetilkirin û rastî şîdetê hatin. Bi jinan re zarok jî rastî heman pêkanînan hatine. Divê demildest şîdet ji holê rabe. Her wiha di vê pêvajoyê de divê girtîgeh demildest bên valakirin.”