'Bi alîkariyê em dikarin rê li ber şewatê bigirin'

  • 09:01 1 Hezîran 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endamên Hêzên Parastina Civakî- Jin ên navçeya Til Temirê ku di destpêka demsala çinînê de parastina zeviyên cotkaran dikin û agirê ku bi gelek zeviyan jî ketiye vemirandine bangawazî li cotkar û şêniyan kirin ku bila av û çiwalên wan amade bin.
 
Li rex Hêzên YPJ/YPG, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn( Asayîş) û Tirafîk, Hêzên Erka Xweparastinê, HPC û HPC-JIN jî heye, di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şev û roj li ser lingan e. HPC û HPC-JIN xwedî li destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derketin û di oxira wê de jî hin endamên wê jî gihiştin asta şehadetê.
 
HPC di sala 2015'an û HPC-JIN jî di 4 Nîsana 2016'an de bi rengekî fermî hat avakirin û ragihandin. Bi destpêkirina desmsala çinînê ya îsal li kêleka tedbîrên Şaredariya Gel û Tîmên Agirkujê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) û Hêzên Hawarî HPC û HPC-JIN’ ê ya navçeya Til Temirê jî tedbîrên xwe girtine û şev û roj di nava liv û tevgerê de ne.
 
Têkildarî vê mijarê jî Rêveber û endama HPC-JIN dema derketina dewriyên xwe yê rojan e, ji  Ajansa me re parve kirin.
 
'Dewriyên şev û roj ji bo parastina zeviyan'
 
Rêvebera HPC-JIN Meha Salih wiha got:"Ji bo parastina zeviyan a ji şewatan em şev û roj derdikevin dewriyan. Em naxwazin ku cotkar êşa sala borî dîsa bikşînin û heya ji destê me jî tê em hewl didin rê li ber derketina şewatan bigirin."
 
'Me çar caran agirê ku berî belav bibe vemirand'
 
Mehayê derbarê pêwendiyên wan ên bi şaredarî, tîmên agirkujê û Hawarî re ev yek anî ziman: "Di dema dewriyên me de, me 4 caran dît ku agir bi zeviyan ketiye û bi lez me agahî dida şaredariyê û tîmên agirkujê, me dikarîbû ku em agir vemirînin da ku belav nebe û hîn bêtir keda salekê ya cotkaran, biparêzin. Pêwist e cotkarên ku  zeviyên  xwe neçiniye, xwedî lê derkeve û biparêze."
 
'Bi alîkariya cotkaran em dikarin rê li ber şewatê bigirin û keda salekê biparêzin'
 
Ayîşayê Deham jî wiha got: "Pêwist e ku cotkar bi me re bibin alîkar û zeviyên xwe biparêzin. Bi parastina zeviyan a ji şewatê keda salekê û aboriya salekê tê parastin û mayîndekirin. Em û cotkar dikarin rê li ber gelek şewatan bigirin û em vê erka xwe jî pêk tînin. Çend şewat derketin û me bi xwe jî vemirand."
 
'Pêwist e av û çiwal her tim amade bin'
 
Ayîşayê got ku pêwist e cotkar û şênî bi derketina şewatê re bi tedbîr bin û wiha dawî li gotina xwe anî:"Pêwist dike ku cotkar û şênî ji bo vemiradina şewateke derkeve av û çiwalan amade bikin. Endam û rêveberên HPC-JIN ku derdikevin dewriyan, ji kesên ku bi wesayet û motosiklêtan diçin û tên jî wan hişyar dikin ku cigareya xwe navêjin û keda cotkaran biparêzin. Her wiha di saetên êvaran de jî dewriye hene."