Li dijî êrîşên li ser jinan li Şehbayê daxuyanî hat dayin

  • 16:17 31 Gulan 2020
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclîsa Edaleta Civakî ya Herêma Efrînê bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: ”Bêdengiya navneteweyî rêvekirina li pêşiya destdirêjiyên dagirkeriyê û kiryarên hovane yên li ser jinan e.”
 
Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî jinê de Meclîsa Edaleta Civakî ya Herêma Efrînê daxuyaniyek da.  Daxuyanî  li navenda Meclîsa Edaleta Civakî ya li gundê Tel Sûsîn a Şehbayê bi tevlîbûna hemû Hiqûqnasên jin hat dayin. Daxuyanî ji aliya Hevseroka  Meclîsa Edaleta Civakî ya herêma Efrînê Evîn Hec Hemo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kiryarên xwe yên hovane ser gelê  Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî berdewam dike. Li hember vê yekê hemû rêxistinên mafê mirovan û dewletên netewên yekbûyî  bê deng in. Dewleta tirk kiryarên xwe bi rengekî eşkere li ser gelan dide meşandin.  Di van demên dawî de ji aliyê hin komên çeteyên weke Ehrar El-şem û Cêş El- Islem ve kiryarên dijmirovahî derheqê jinên Efrînê de  û jinên ku bi zorê hatina revandin tên meşandin.  
 
Em weke jinên Hiqûqnas yên  herêma Efrînê bang li hemû rêxistinan dikin ku rê li ber van kiryarên hovane bê girtin, ji ber îro jin rastî hovîtiyeke herî mezin tê. Bêdengiya navneteweyî rêvekirina li pêşiya destdirêjiyên dagirkeriyê û kiryarên hovane yên li ser jinan e. "