Komeleya Jinê ya Rosayê ew ê sibehê daxuyaniyê bide

  • 14:36 31 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê ew ê derbarê êrîşên li ser komeleyê de sibehê daxuyaniyê çapemeniyê bide. Komeleya Jinê ya Rosayê banga beşdarbûnê kir. 
 
Di encama operasyona siyasî ya di 22'yê gulanê de endamên Komeleya Jinê ya Rosayê û aktivîstên TJA'yê hatibûn binçavkirin. 9 jin hatin hatibûn girtin. Komeleya Jinê ya Rosayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî anî ziman ku ew ê li dijî êrîşan sibehê saet di 11.00'an de daxuyaniya çapemeniyê bide. Komeleya Jinê ya Rosayê banga beşdarbûnê kir. 
 
Parvekirina Komeleya Jinê ya Rosayê wiha ye:"Sibehê saet di 11:00'an de em ê li baxçeyê komeleya xwe bi maske û bi parastina mesafeya civakî em ê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Beşdarbûna we ew ê hêzê bide me."