Li dijî êrîşan li Qamişloyê daxuyanî hat dayin
- 14:20 31 Gulan 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Komîteya Çalakiyan a Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: ”Jin ji destpêka dagirkirina Efrînê heya niha rastî kiryarên hovana tên. Divê komîteya berhevkirina rastiyan ya girêdayî neteweyên yekbûyî û rêxistinê hiqûqî bên avakirin da ku hesab ji sûcdara were pirsîn.”
Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk ên derheqê jinan de li herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî Komîteya Çalakiya Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li parka Xwendinê bi beşdarbûna jinên Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûrî, Meclîsa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinê ya PYD’ê, Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweser a li Herêma Cizîrê,Yekîtiya Jinên Xiristiyanî, Buroya Jinê MSD’ê, Buroya Jinê ya Heyeta Watenî ya Erebî , Buroya Jinê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Rêxistina Sara û Desteya Jinê ya li Bakur ȗ Rojhelatê Sûriyeyê, pêk hat.
Daxuyanî bi sê zimanan hat xwendin. Bi Kurdî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, bi zimanê erebî Rêveberiya Bîroya jin di Heyeta Watenî ya Erebî de Xensaa El-Hemûd û bi zimanê Sûryanî ji aliyê ji Rêvebriya Yekîtiya Sûryanî li Qamişlo Sebah Şamo, hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji destpêka dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ya herêma Efrînê heya niha binpêkirinên di bin sîwana bêdengiya navneteweyî de berdewam dike. Ji bilî berxwedana ku gelê Efrînê li hember koçberî û guhertina demografîk nîşan dide rojane rastî tundî û binpêkirinê nemirovahî tên, ev jî dihêle ku jin berdêlên herî giran bide. Di encama êrîşên hovane yên ku li ser herêma Şehbayê bi daxwaza ku gelê herêmê gundan vala bikin jinan li herêmên dagirkirî direvînin, tecawiz dikin, keçan bi darê zorê didin zewicandin, kuştin û êşkenceya jinan di girtîgehan de tên kirin .
Bûyerên ku di dema dawî de piştî pevçûnê di navbera komên çete de ku li herêmê derketin, sûc û binpêkirinê ku di zindana dihat kirin derketin holê. Tê de hat diyarkirin ku bi dehan jinên ku hatine revandin ji kurdên resen yên herêmê ne. Jin rastî tecawizê û êşkenceyan bi rengekî durî pîvanên mirovahiyê tên .
Li hember hemû kiryarên ku li ser jinê tên meşandin jin her tim têkoşîna xwe didomînin. Banga me ji bo civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mafê mirovan û tevgerên jin re heye ku ji rewia bêdengiyê derkevin û rola xwe di dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk de bilîzın. Divê komîta berhevkirina rastiyan ya girêdayî netewên yekbûyî û rêxistinê hiqûqî bên avakirin da ku hesab ji sûcdara were pirsîn. Ji ber ev sûcên şer in, pêwist e alîkariya xwe ji bo parastina jinê bide û piştgiriya berxwedana wê bike.”