Ji DOKH’ê heta TJA’yê: Jin azad nebe civak azad nabe

  • 09:06 31 Gulan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Jinên Kurd yên bi şîara ‘heta jin azad nebe civaka azad’ nabe ji DOKHK’ê heta KJA’yê îmze avêtin xebatên girîng, piştî girtina KJA’yê bi TJA’yê berdewam dikin.
 
Di îlona 2003’yan de rêxistinbûna jinên Kurd hat astek nû û Tevgera Jinên Azad a Demokatîk (DOHK) hat avakirin. 20 saziyên jinan yên rêxistinkirî hatin gel hev û yekemîn konferansa DOHK’ê li Stenbolê pêk hat û damezrandina xwe îlan kir.
 
DOKH’ê hatina cem hev a jinan û pêşketina jinan hedef girt û biryara avakirina meclîsên jinan da. DOKH’ê di heman demê de hedef kir ku destkeftiyên jinên Kurd bi tecrubeyên têkoşîna jinên cîhanê re bîne gel hev. Avabûna DOKH’ê û têkoşîna aktîf ya jinê ya di siyasetê de rê li ber geşedanên girîng vekir. Jin hem di civakê de hem di siyasetê de, ji pêvekên mêran derketin û aktîf cih girtin.
 
DOHK’ê piştî xebat û têkoşîna bi salan şûnde bi tevlîbûna sedan jinî Yekemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li Amedê pêk anîn. Konferans diyariyê sê siyasetmedarên jin yên Kurd Sakîne Cansiz, fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat kirin. Jinan sê meh beriya konferansê amadekarî dan destpêkirin û ji 26 welatan jin tevlî konferansê bûn. Konferans bi coş û kelecanek mezin pêk hat.
 
Konferans 3 rojan berdewam kir
 
Konferansê sê rojan berdewam kir û di roja yekem de di bin sernavê ‘Li Rojhilata Navîn avabûna zayenda civakî û dîroka civakî ya xwe dispêre jinan’ hat nîqaşkirin. Di roja duyemîn de jî mijara ‘li Rojhilata Navîn tecrubeyên tevgerên jinan û rola wê ya di guherîna siyasî de’ hat nîqşakirin. Di roja dawî ya konferansê de jî encamname hat aşkerakirin.
 
Biryara kongrebûnê
 
DOKH’ê di navbera 31’ê Çile û 1’ê Sibata 2015’an de bi şîara ‘bi jinan dimeşe azadiyê re berbi netewa demokatîk’, bi tevlîbûna 501 deleqeyî li Amedê kongreya xwe ya yekemîn pêk anîn. DOKH hat bidawîkirin û bi modela rêxistinbûna nû biryar hat girtin ku bi Kongreya Jinên Azad (KJA) rêya xwe bidomînin.
 
KJA di mijara 2016’an de bi KHK’ê hat girtin û li ser vê jinên Kurd 10 roj şûnde Tevgera Jinên Azad (TJA) avakirin û bersiv dan zext û êrîşan. Jinên Kurd îro hîna di bin sîwana TJA’yê de têdikoşin.