'Divê rê li ber kiryarên şewata zeviyan bên girtin'

  • 09:04 31 Gulan 2020
  • Rojane
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Hevseroka Komîteya Çandinî ya herêma Efrînê, Menal Şêxo di derbarê şewatên zeviyan û tedbirên ku hatine girtin axivî û wiha got: "Em wek Komîteya Çandinî û bi hevkariya şaredariya gel em hewil didin ku tedbîran li pêşiya şewata zeviyan û kiryarên ku dewleta tirk û çete didin meşandin bigirin."
 
Du sal in zeviyên gel ji hêla çeteyan ve tên şewitandin. Par bi rêbazek cuda û bi kesan dida şewitandin, lê belê îsal eşkere bi top, balafiran zeviyên şêniyan tên şewitandin. Her roj li Şehba, Kobanê, Efrîn û Til Temirê zêviyên gel tên şewidandin. Lige vê jî gel jî bi israrin ku zeviyên xwe biparêzin. Têkîldarê şewitandina zeviyan û tedbîrên ku hatine girtin Hevseroka Komîteya Çandinî ya herêma Efrînê, Menal Şêxo ji ajansa me re axivî.
 
Menal di despêka axaftina xwe de ser çandina erdan axivî û wiha got: "Di 15'ê Gulanê de me wek komîteya dest bi çinîna erdan kir, her wiha şênî jî dest bi rakirina berhemên xwe ji nîsk, nok, kemûn û ceh kirin. Piştî bi dawîkirina paleyê ceh, wê berhemê genim bê çinîn. Lê em di nava  gelek zehmetiyan dijîn, ji ber dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên me armanc digirin û agir berdidinê de. Herî dawî zeviyên gundê Hesiyê ya ku 50 hektar in ku gel  çandibû bi destê çeteyên dewleta tirk ve hatin şewitandin."
 
'Li gor derfetên heyî em tedbîrên xwe digirin'
 
Menal diyar kir ku ew li gor derfetên xwe tedbîrên  ji bo şewatê digirin û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Em wek Komîteya Çandîniyê bi hevkariya şaredariya gel hewil didin ku tedbîran li pêşiya şewata zeviyan û kiryarên ku dewleta tirk û çete didin meşandin bigirin. Me amadekariyên wek traktor û depoyên avê  amadekirine, dema ku agir pêdikeve em ditefînin. Kantona Şehba ji ber heremek dorpeçkiriye, ev yek bandor li ser derfetên me dike ku dema agir pêdikeve em di kêliya wê de nikarin bitefînin." 
 
'Li hember êrîşên dewleta tirk em bêdeng namînin'
 
Menal zirarên ku dighêjin gel di encama şewatê de anî ziman û wiha domand: "Ji bilî şewata zeviyan zirara baranê jî zêde bû û bandor li ser rakirina berheman kir. Di rojên dawî de baran barî û bandor li  nîsk, baqle û kemûn kir, ji ber ku zû tên çandin û pêwiste li erdê hişk bibin û bên çinîn. Li hember êrîş û kiryarên dewleta tirk em  bêdeng namînin. Di encama şewitandina zeviyan de, ji bo tefandinê agir hin kes jiyana xwe ji dest dan." 
 
'Divê mafê cotkeran bê parastin'
 
Menal herî dawî bang li rêxistinên mafê mirovan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek komîteya çandinî bang li rêxistina mafê mirovan dikin ku van kiryarên çeteyên dagirkeriya dewleta tirk bisekinin. Ev bû du sal dewleta tirk dixwaze bi rêya şewitandina zevî û erdên sivîlan îradeya wan lawaz bike. Em bi navê hemû cotkaran banga neteweyên yekbûyî dikin ku êdî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê rawestînin, da ku çotkar bikaribin berhemên keda xwe bigirin."