Aktîvîstên TJA'yê: Em ê pergalê biguherînin

  • 09:01 31 Gulan 2020
  • Rojane
AMED - Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku desthilatdarî herî zêde ji jinan ditirse û got: “Em ê bi têkoşîna xwe vê pergalê biguherin. Heta îro me çawa paşve gav navêt, ji vir şûnde jî em ê navêjin.”
 
Li Amed, Wan û Rihayê di çarçoveya operasyonê de 18 kes hatin binçavkirin û derbarê 12 kesan de jî biryara girtinê hat dayîn. Bertek û nerazîbûnên li hemberî binçavkirin û girtinan didomin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Elîf Haran û Berîtan Onen der barê girtinan de axivîn.
 
Elîfê destnîşan kir ku jin bi hincetê vala hatine girtin û got: “Ev têkçûna AKP’ê ye. Têkoşîna jinê li cîhanê belav bûye û rêxistinek mezin e. Ji bo zîhniyeteke ku dibêje ‘çima 8’ê Adarê tê organîzekirin’ mirov dikare çi bêje? Demek 8’ê Adarê li gorî qanûna we sûce ku hûn dibêjin çima hatiye organîzekirin? Dibêjin hûn çima ‘Gulîstan Doku dipirsin’. Pirsîn mafê me ye. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Windakirin. Tehemula me êdî nemaye. Em di şexsê Gulîstanê de hemû jinên winda dipirsin. Pirsa ‘çima hûn tevlî çalakiyên li dijî qeyûm bûne?’ pirsîne. Ji ber em jin li dijî xespkirina îradeyê ne.”
 
‘Em ê vê pergalê biguherînin'
 
Elîfê wiha berdewam kir: “AKP û MHP îrada gel nas nake. Hevserokatî ji destpêkê de ye di hedefa desthilatdariyê de ye. Darbe li îradeya gel xistin. Di heman demê de hesab ji gelê ku îradeya wan xesp kirine dipirsin. Ji partiyê hatine giştînameyê, SMS’ê sûc hatiye hesibandin. Em dîsa dipirsin, li gorî kîjan qanûnê. Zîhniyetek serdest ya mêr li pêş me ye. Bêguman em matmayî namînin. Em ê vê pergalê biguherin. Hevalên me yên girtî ne tenê ne. Ew dizanin ku em li derve têkoşîna wan didomînin.”
 
‘Em serî natewînin’
 
Berîtan Onen jî bi lêv kir ku têkoşîna jinê nikare bê darizandin û got: “Jinan bi bedelên mezin destkeftî bidestxistin. Yek ji van destkeftiyan jî nûneriya wekhev e. Hevserokî di encama têkoşîna bi salan de hatiye bidestxistin. Îro AKP herî zêde êrîşa nûneriya wekhev dike. Dixwazin jinan bêdeng bikin. Naxwazin em bibin xwedî gotin. Ji jinan ditirsin. Mafdarin. Bila btirsin. Ji ber em serî natewînin, bila vê baş bizanibin. Em ê aqûbeta Gulîstanê bipirsin. Em ê dengên xwe ji vir şûnde hîn bêtir xurt derbixin.”