ROJEVA 31’ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 31 Gulan 2020
  • Rojev
*Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala hevserokatiyê di meriyetê de ye û wiha got: “Dema pergal nû dihat nîqaşkirin di serê her kesî de pirsnîşan hebûn.  Ji bo me hatibû fêrkirin ku siyaset tenê karê mêrane. Lê piştre me dît ku hevserokatiyê ji bo pirsgirêkên civakî çareserî anî. Hevserokatiyê ji pergalê wêdetir vejîna nû bixwe re tîne.” BI DÎMEN
 
*Di salvegera Endama Akademiya Jineolojiyê Şevîn Nûdem şoreşgerên enternasyonalîst Uta Schneiderbanger û Ekîn Ceren Dogruak bi bîranî û got: "Kesayeta herdu hevalan weke jinên şoreşger têr û tijî qehremanî bû, van herdu jinan jinên tevahî cîhanê yên ku êş kişandina gihandin hev û weke êniyek li dijî faşîzmê ava kirin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Komîteya Çandinî ya herêma Efrînê, Menal Şêxo di derbarê şewatên zeviyan û tedbirên ku hatine girtin axivî û wiha got: "Em wek Komîteya Çandinî û bi hevkariya şaredariya gel em hewil didin ku tedbîran li pêşiya şewata zeviyan û kiryarên ku dewleta tirk û çete didin meşandin bigirin." BI DÎMEN 
 
*Sabriye Kaya Acar piştî qedexeyên Geliyê Çemê Cehnemê ya li Hezexê 4 salan şûnde, vegeriya li ser baxçeyên xwe. Li vir bi malbata xwe re carek din dest bi çandiniyê kirin û bi keda destê xwe debara mala xwe dikin. BI DÎMEN 
 
*Aktîvîstên TJA’yê diyar kirin ku desthilatdarî herî zêde ji jinan ditirse û got: “Em ê bi têkoşîna xwe vê pergalê biguherin. Heta îro me çawa paşve gav navêt, ji vir şûnde jî em ê navêjin.” BI DÎMEN 
 
*Parêzerên Endamê Hiqûqa Civakî li dijî şîdeta li ser jinê ya di pêvajoya vîrûsê de zêde bûye kampanya ‘li malê bin lê bêdeng nemînin, têkoşîna jinê dide jiyîn’ da destpêkirin. Parêzer Betul Çetîn û Irmak Bakir kampanya vegotin û diyarkirin ku kampanya her diçe mezin dibe û wê bi hev re li kolanan bin. BI DÎMEN
 
*Tê payîn ku bi Projeya Santrala Enerjiyê ya Dîcleres Ba wê li Qoser û Şemrexê nêzî 50 turbînên ba bên çêkirin. Ji Komeleya Ekolojiya Mêrdînê Derya Akyol ku rapora projeyê lêkolîn kir, diyar kir ku wê ev proje zirarek mezin bide jiyana zindiyan û avhewayê. BI DÎMEN 
 
*Jinên Kurd yên bi şîara ‘heta jin azad nebe civaka azad’ nabe ji DOKHK’ê heta KJA’yê îmze avêtin xebatên girîng, piştî girtina KJA’yê bi TJA’yê berdewam dikin.