Hestiyên 40 kesî ya di gora komî de hatin komkirin dê bişînin Stenbolê

  • 14:14 30 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li goristana komî ku li navçeya Kerboranê hat dîtin de kilox û hestiyên 40 kesan hatin tespîtkirin. Hestiyên ku hatin berhevkirin ji bo lêkolînkirinê dê ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re bên şandin.
 
Piştî serlêdana dozgeriyê, derbarê gora komî ku li şikefteke mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin dîtin de lêkolîn hat kirin. Çûndina herêmê ket bin kontrola cendirmeyan û destûr nayê dayîn ku tu kes derbasî herêmê bibe. Îrfan Yakût ku derbarê gorê de serî li dozgeriyê da, bi parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê re hat cihê bûyerê. Lê dozgeriyê dema lêkolînê destûr da ku tenê Îrfan derbasî cihê bûyerê bibe.
 
Piştî lêkolîna ku li şikeftê hat kirin, hestiyan kirin kîsan û birin Edliya Kerboranê. Wê hestî ji vir jî ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin. Derbarê mijarê de heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û hat hînbûn ku derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê hatiye dayîn.