‘Divê em ji bo jiyana zarokên xwe li ber xwe bidin’

  • 09:13 30 Gulan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Latîfe Aydin ku hem kur, hem nevî û hem jî biraziyê wê girtîne wiha bang kir: “Yên dijminahiya Gelê Kurd dikin, ne edeletê ne jî qanûnan gûhdar nakin. Divê em jiyana zarokên xwe biparêzin. Divê em deng bidin dengê girtiyan.”
 
Ji ber vîrusa koronayê heta niha li Tirkiyeyê 4 hezar û 397 kesî jiyana xwe ji dest da. Li girtîgehan hîna jî tedbîrên têr nehatine girtin û girtiyên siyasî di qanûna înfazê de cih negirtibûn. Bertekên malbatan jî li djî vê didomin. Latîfe Aydin (80) diyar kir ku kurê wê 29, nevî û birayê wê 26 sale girtî ne û bi lêv kir ku ji tiştên ku bên jiyîn wê AKP-MHP berpirs bin.
 
‘Ji ber jiyanek bi rumet xwestin hatin mahkumkirin’
 
Latîfeyê destnîşan kir ku heta niha çûye deha girtîgehên Tirkiyeyê û wiha got: “Kurê min Aydin 29 sal e, neviyê min Mustafa Aydin û biraziyê min Suleyman Gultekîn 26 sal e girtîne. Kurê min li girtîgeha Tekîrdagê dimîne. Bi salane zarokên min beyî sedem di zindanan de ne.Ji ber jiyanek bi rumet xwestin hatin mahkumkirin û jiyana wan ji dest hat girtin. Ev zilm e. Çi dikin bila bikin wê bi wan şûnde gavê nedin avêtin. Em ji wan û zextên wan natirsin.”
 
‘Êrîşê bedenên mirî dikin’
 
Latîfeyê bi lêv kir ku kur û neviyekî wê jî di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dayikek im. Zarokên li çiyan û zindanan zarokên me hemûyan e. Ez ji AKP-MHP’ê re dibêjim:We bi dehan tecawizkar û kujer berdan. Lê kesên ji bo rumeta xwe berxwedan di zindanan de man. Ev edelet e gelo. Em mafên xwe dixwazin. Bêguman wê rojekê dawiya we jî bê. Hunê jî hesab bidin. Hun gorên zarokên me hildiweşînin. Hun êrîşên bedenên mirî dikin. Vê qebûl bikin. Em hene, em naqedin. Di her sirgunê de em çûn girtîgehên cuda. Em jiyanek sirgunî dijîn. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim. Deng bidin dengê girtiyan.Em bibin dengê girtiyan.”