Berpirsyariya sê zarokan ket ser milê Rukena 16 salî

  • 09:11 30 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rukena ku dê û bavê wê hatin girtin, barê sê xwişk û birayên wê, yên li malê ket ser milê wê. Rukenê diyar kir ku barekî giran li ser milê wê ye û got hêviya wan ji qanûna înfazê nemaye û got dengê wan nayê bihistin.
 
Her çiqas bê îdiakirin ku bandora vîrusê kêm bûye jî, fikarên ku wê nexweşî hîn bêtir belav bibe zêde dibin. Bêguman cihên herî bê parastin jî girtîgehin. Herî dawî 3’emîn pakêta darazê bi dengên AKP-MHP’ê ket meriyetê û ji bo tahliyekirina girtiyên edlî rê hat vekirin. Lê girtiyên siyasî û nexweş jî ji derveyê vê qanûnê hatin girtin. Malbatên girtiyan bertekên tûnd nîşanê rewşê didin.
 
Girtiya nexweş Guneş Susan li girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye û hevjînê wê Kamuran Susan jî li girtîgeha Kayseriyê ya Bunyanê ye. Zarokê biçûk yê Guneşê 4 salî ye û neçar ma li derve bimîne.
 
Guneş Susan ku 8 meh û nîv ducanî bû hat girtin û li ser daxwaznameyên îtîrazê ji bo welîdînê hat tahliyekirin û du sal piştî welîdînê dîsa hat girtin. Keça Guneşê, Ruken Susan ya 16 salî, piştî dê û bavê wê tên girtin, berpirsyariya xwişk û birayên wê dikeve ser milê wê. Guneş nexweşa mîgren û ulserê ye. Her wiha Kamuran jî nexweşê epîlepsiye û hevkariya hevalên xwe hewcedariyên xwe dike. Rukena ku bixwe biçûke, li sê xwişk û birayên xwe dinêre û ya herî biçûk jî 4 saliye. Ruken di heman demê de li apê xwe yê astengdar yê ligel wan dijî jî dinêre.
 
‘Piştî welîdînê dîsa hat girtin’
 
Rukenê wiha got: “Dema dê û bavê min cara ewil hatin girtin ez 13 salî bûm. Di 2015’an de hatin girtin. Em sê xwişk û bira bûn. Herdu jî di rojekê di nezaretxaneyê de hatin girtin. Li bavê min 9 sal ceza birîn. Dayika min 8 meh û nîv ducanî bû. Du hefte mabû ji welîdînê re. Ji bo welîdînê berdan. Piştre payîn ku zarok ji şîr vebe. Piştî dayika min ji şîr vekir, yanî du sal şûnde dîsa hat girtin.”
 
‘Berpirsyariya min tenê dibistan bû’
 
Rukena ku heta wê rojê tenê berpirsyariya wê dibistan bû, piştî van bûyeran li sê xwişk û bira û apê xwe yê astendar mêze kir. Ruken got ev pêvajo her çiqas ji bo her kesî zehmet be jî ji bo wê hîn bêtir zehmete.
 
‘Dengê me nabihîzin’
 
Rukenê wiha berdewam kir: “Dê û bavê min nexweşin. Em ji pakêtê bi hêvî bûn. Lê mixabin pêk nehat. Divê ez û xwişk û birayên xwe moralê xwe bilind bigirin. Em hewl didin dengê xwe bidin bihistin lê kes dengê me nabihîze. Dengê me her carê difetisînin. Em dixwazin dê û bavê min bên berdan. Bavê min nexweşê epîlepsiyê ye. Nabin nexweşxanê. Dayika min nexweşa mîgren û ulserê ye. Ew jî nayê dermankirin. Em hîna jî dipên ku ji pakêtê tiştek derkeve. Hêviya me ev e ku derkevin û werin malê. Barê min giran e. Xwişka min ya 4 salî hîna biçûk e. Dema dayika min li malê bû, em gelek kêfxweş bûn. Enerjiya wê em kêfxweş dikirin. Bavê min berê li girtîgeha Mêrdînê bû. Em her hefte diçûn cem wî. Niha li Qeyseriyê ye. Em nikarin biçin cem wî.”
 
‘Bila herdu jî bên berdan’
 
Dayika Guneşê, Amîne Bal jî diyar kir ku dema keça wê hatiye girtin ew li Stenbolê bûye û ev tişt vegot: “Piştî hat girtin, du meh şûnde hatim cem zarokên wê. Ez jî nexweşim. Ez bi vê rewşa xwe nikarim li zarokan binêrim. Em dixwazin herdu jî bên berdan. Vîrus hîna didome. Ji bo girtîgehan bi xetere. Bi hezaran girtiyên edlî bi qanûna înfazê hatin berdan. Lê zarokên me nehatin berdan.”
 
Dayika Kamuran, Hasîne Susan jî destnîşan kir ku êdî psîkolojiya zarokan xera bûye û wiha pê de çû: “Ya biçûk 4 salî ye. Her tim behsa dayika xwe dike. Dibêje ‘çima dayika min nayê malê?’. Em dixwazin bên berdan û bên gel zarokên xwe.”