'Ji Gelê Kurd re qeyûman rewa dibînin'

  • 09:10 30 Gulan 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Hevşaredara HDP'ê ya  Colemêrgê Humeyra Armut ku qeyûm tayînî şuna wê hat kirin der barê polîtîkayên ku  qeyûm li bajêr dide meşandin axivî û got:" Saziyên ku bi qeyûm re dixebitin li gel hatina me alîkariya xwe ya  bi şaredariyê re qut kirin Îro jî tişta ku qeyûm nikare bike ji hêla van saziyan ve tê kirin û ev jî wekî ku qeyûm van xebatan  dike tê nîşandin.” 
 
Di 31’ê Adara 2019’an de li Tirkiyê hilbijartina herêmî pêk hat û Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) tevî hemû zext û zordariyan di  hilbijartina xwecihî de li 65 bajarên kurdan bi ser ket û şaredarî bi dest xistin . Lê hêj salek di ser re derbas nebû  bi giştî 51  şaredariyên HDP’ê ji hatin desteserkirin.  Yek ji şaredariya ku ji hêla qeyûm ve  hatî desteserkirin jî şaredariya Colemêrgê ye. Der barê polîtîkayên ku qeyûm li bajêr dide meşandin de hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin axivî. Hûmeyrayê diyar kir ku di serdema nû de dema ku wan şaredarî qezenc kirîew bi deynên mezin re rû bi rû man û da zanîn ku li gel hatina wan a şaredariyê saziyên  fermî yên wekî ÎŞKUR'ê xebatkarên xwe ji şaredariyê kişandin û got ku ev ji binpêkirina vîna gel e.
 
' Qeyûm projeyên me wekî xebatên xwe nîşan dide'
 
Humeyrayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku qeyûm xebatên wan wekî xebatên xwe  nîşan dide û wiha axivî:" Polîtîkayên qeyûm ne heremî ne, bingeha qeyûm hişmendiya desthilatdar e. Li her deverekê bi polîtîkayeke cuda vê hişmendiyê didin qebûlkirin. Di roja ewil deK bi hinceta ku hevşaredara me KHK’yî bû mazbataya wê nedan û ev wekî  asteng  nîşandan. Piştre 15 roj şûnde mazbatayên hîn hevşaredaran dan. Dema ku me şaredarî qezenc kir em bi texrîbeteke mezin re rû bi rû man. Li hemberî vê yekê hewce bû ku alternatîfên me hebûna. Lê mixabin deynê şaredariyê 207 trîlyon bûn. Hûn bi vî pereyî dikarin ji Colemêrgê re her xebat û xîzmetekê bikin. Lê me tu xîzmet nedît. Pereyên ku ji bankayên bajaran  dihatin  şaredariyê berhev dikir. Lê ji ber deynê qeyûm êdî bankayê nema pere da me û pere jî qut kir. Ji xwe bi vî  pereyî me tenê dikarib3u mûçeyên xebatkaran bidin. Li dijî van neyîniyan hemûyan me xwest  ji gel re xîzmetê bikin, lê ev hat astengkirin. Projeyên ku me dan destpêkirin hemû nîvco man. Hin ji wan hatin betalkirin û hin jî ji wan ji hêla qeyûm ve hatin berdewamkirin û wekî xebata xwe nîşan dan. "
 
' Saziyên fermî ji qeyûm re dixebitin'
 
Humeyrayê  da zanîn ku piştî wan şaredarî qezenc kir ji hêla saziyên fermî ve gelek personel ji şaredariyê hatin kişandin û wiha dom kir:" Di serdema hevşaredar Dîlek Hatîpoglu de şaredariyê xwest ku li keleha Mîr projeyek bide destpêkirin. Lê di wê demê de ji hêla leşkeriyê ve ev projeye hat astengkirin. Lê niha qeyûm vê projeyê berdewam dike. Wekî ku ew proje ya wan bû wisa nîşanî gel didin. Ji  bo pêkanîna projeyan hewceyî bi pereyan hebû. Lê Bankaya Bajaran   kredî neda û ew proje di nîv de man. Saziyên fermî yên li bajêr ji me re nebûn alîkar. Roja ku em ketin şaredariyê saziyên wekî ÎŞKUR personelên xwe ji şaredariyê kişandin. Dîsa gelek ji van wesayit û amûrên xwe ji şaredariyê kişandin. Lê tevî hemû serlêdanên me tu veger ji me re çênebû. Saziyên ku bi qeyûm re dixebitin li gel hatina me alîkariya xwe ya  bi şaredariyê re qut kirin. Îro jî tiştê ku qeyûm nikare bike ji hêla van saziyan ve tê kirin û ev jî wekî ku qeyûm dike tê nîşandin." 
 
'Ji Gelê Kurd re qeyûm rwa dîtin'
 
Humeyrayê di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku tayînkirina qeyûm ji binpêkirina vîna Gelê kur pêvetir nîne û got ku qeyûm ji gel re rewa tê dîtin û  ev nirxandin kir:" Qeyûman gelek deyn kirin û li dijî vê bêmafiyê me têkoşîna xwe berdewam kir. Ev hefteyeke li Colemêrgê ava vexwarinê  qirêj diherike. Lê ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê tu hewlêdanên qeyûm tune ne. Lê di serdema me de ne hefteyekê ji bo rojekjê î me nehişt ava gel qirêj biherike. Ev jî nîşanî me dide ku qeyûm nenaskirina vîna Gelê Kurd e. Bi zîmmetkirina maaşan li hemberî gel bêhurmetiyê dikin. Me ev çend roj berê  li Îdîrê û Sêrtê dît. Qeyûman ji gelê kurd re rewa dibînin."
 
' Di her şert û mercan de em bi gelê xwe re ne'
 
Humeyrayê herî dawî anî ziman ku ew ê di her şert û mercan de bi gel rebin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Şaredariyên me bi hişmendiya gel tevdigerin. Bi polîtîkayên qeyûm xwestin' bikevin pêşiya avakirina vê hişmendiyê. Ev çend rojin şaredariya Qersê hatiye hedefgirtin. Sedema vê jî ji ber ku li Qersê ji her ziman,çand û nasnamayê gel hene, naxwazin HDP wî bajarî rêve bibe. Lê gel HDP esas digire û pergala HDP'ê jî diecibîne. Ji ber vê jî dewlet ditirse. Roja ku me nû destpêkir me got em ne tenê di avahiyan  de em ê di nav her şert û mercan de li gel gelê xwe bin. "