Ew ê Dilgeş 14 rojî di bin tecrîdê de bimîne

  • 15:31 29 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê çû serdana rêveberên Komeleya Jinê ya Rosayê û siyasetmedarên hatine girtin. Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê diyar kir ku ew ê Dilgeşî 3 û nîv salî yê bi nexweşiya gurçika ye 14 rojî di bin tecrîdê de bimîne.
 
Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana Dilgeş ê 3.5 salî yê ku di operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosa tevî dayika xwe roja cejnê hate girtin.
 
Herberdevkê komîsyonê Umît Dede û endamê komîsyonê parêzer Mehmet Oner dest pê kê dayika Dilgeş Gonul Aslan a li Girtîgeha Jinan a Amedê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz û girtiyên jin ên din ziyaret kirin.
 
Ew ê Dilgeş 14 rojî di bin tecrîdê de bimîne
 
Şandeyê ragihand ku girtî bi komên ji 4 kesî li girtîgehê hatine cudakirin, wê di nava tecrîdê de di karantînayê de bên hiştin û ev pêvajo jî wê 14 rojan dewam bike. Hate gotin ku ji ber cejnê kantîna girtîgehê girtî ye, lewma girtî nikarin pêwîstiyên xwe peyda bikin. Dilgeş ku nexweşiya gurçikê pê re heye, nikarin pêwîstiyên xwe yên lezgîn peyda bike.