HDK: Komkujiya Çorûmê rê li be birînek civakî vekir

  • 12:31 29 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Bi munasebeta salveger Komkujiya Çorûmê HDK'ê daxuyaniya nivîskî da. HDK'ê got:"Komkujiya Çorûmê rê li be birînek civakî vekir."
 
Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî Komkujiya Çorûmê ya di navbera 27’ê gulanê û 4’ê tîrmeha 1980’an de qewimî û ku 57 welatiyan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî belav kir.
 
Daxuyaniya HDK’ê wiha ye:
 
“Em di serî de qûrbaniyên Komkujiya Çorûmê bibîr tînin. Dixwazin bi van komkujiyan ked, têkoşîn, nirx, îradeya jiyana bi hev re û bîra civakê înkar bikin. Dixwazin gelan bikin dijminên hev. Ev sepanên îqtîdarê sepanên ku dixwazin gelan bikin bin tehakûma xwe. Komkujiya Çorûmê tam jî polîtîkaya tunekirina bîrê ye û avakirina yekperestiyê bû. Wek Mereşê û Dersimê.
 
Komkujiya Çorûmê rê li be birînek civakî vekir
 
Tevî ku 40 sal bi ser komkujiyê de derbas bû jî hêj komkujî nehatiye ronîkîrin û rûbirûbûn pêk nehatiye. Komkujiya Çorûmê rê li be birînek civakî vekir. Kuştina serkirdeyek MHP’ê dikin hêcet û komkujî dest pê dike. Nirx û nasnameyên dînî talûke hatine dîtin û kirine amûra komkujiyê.
 
Komkujiya Çorûmê peyamek bû ku di destpêka avakirina pergala nû de dan civakê. Komkujî wek peyamekê hatibû organîzekirin. Em di rojên zro û zehmet de derbas dibin. Tiştên qewimîn îro jî xwe dubare nîşan didin û rê li ber dubendiya civakê vedikin. Îro jî li dijî pîrozî û îbadexaneyên êriş pêk tên û dixwazin gelan bê siberoj bihêlin.
 
Em carek din qûrbaniyên komkujiyê bi bîr tînin û em soz didin ku heta komkujî ronî bibe wê têkoşîna me berdewam bike.”