Dayika Gulîstan Doku: Kezeba min dişewite

  • 12:27 29 Gulan 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Dayika Gulîstan Doku ya li Dêrsimê winda bû û agahî jê nayê girtin Bedriye Doku ya li cihê herî dawî Gulîstan lê hat dîtin radiweste, bi gotinên “Gulîstan, em bi şev û roj li te digerin, tu li ku derêyî? Kezeba min dişewite” zêmar lorandin. 
 
Xebata lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Doku ya li Dêrsimê di 5’ê çileyê de winda bû û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin 147 rojin li ser Bendava Ûzûnçayir dewam dike. Xwişka Doku Aygûl Doku û rêxistinên civak sivîl xwestin ku bendav bê vale kirin. Lê heya niha bi  tu awayî bersiv ji bo vê daxwaza wan nehatiye dayîn. 
 
Rawestanan malbata Gulîstan Doku ya li cihî herî dawî Gulîstan hat dîtin dewam dike. Dayika Doku Bedriye Doku ya li ser Pira Dînar radiweste, bi gotinên “Gulîstan, em bi şev û roj li te digerin, tu li ku derêyî? Kezeba min dişewite” zêmar lorandin.