Ne tenê zevî malên sivîlên Menaxê jî dişewitînin

  • 10:48 29 Gulan 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Duh dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê him zevî şewitandin û him jî agir berdan malên sivîlan ên gundê Menaxê û şewitandin.
 
Ji kêliya ku dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê herêmên Bakurê Sûriyeyê kirine bin kontrola xwe sivîl rojane bi kiryarên dijmirovî rû bi rû dimînin. Berxwedana Rûmetê ku îro dikeve roja xwe ya 234'an li dijî êrişan berdewam dike. 
 
Dewleta tirk ne tenê herêm kir bin kontrola xwe berê bi avê û niha jî şewitandina zeviyên cotkaran şerê xwe li dijî Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Li gundên mîna Reşîdiyê, Fêseliyê, Rîhaniyê, Dirdara, Qasimiyê, Um El-Kêf-Menax ên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne tên şewitandin. Rojane zeviyên cotkaran ku berê çandibûn tên şewitandin û roj bi roj hejmara donimê ceh û genim dişewite zêde dibe. 
 
Duh di saet 18:00'an de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê li gundê Menaxê ku bi 8 km li Bakurê Rojavayê Navçeya Til Temirê dikeve, him zeviyên cotkaran şewitandin û him jî agir bi malên sivîlên ku ji ber kiryarên wan, di demên berê de neçarî koçberiyê bûne, xistin û bi dehan mal şewitandin. 
 
Di wêne û dîmenê ku xuya dike jî agir bi malê sivîlan xistine, hewldanê vemirandina wê jî tune ye.