Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê êrîşên li ser saziyên jinan şermezar kir

  • 10:43 29 Gulan 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî saziyên li ser jinan ên li Bakur daxuyaniya nivîskî weşand. 
 
Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî saziyên li ser jinan ên li Bakur daxuyaniya nivîskî weşand. Jinan di daxuyaniyê de bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşan anîn ziman. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di van rojên ku tevahî welatên cîhanê li dijî Vîrusa Koronayê li ber xwe dide de û hinek şerên di nav bera welatan de sekineye lê dewleta tirk dijminatiya xwe ya li dijî Gelê Kurd didomîne. Sîstema dewleta tirk ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî jinê û civakê tê naskirin di van demên dawî de bi taybet êrîşî ser saziyên jinan dike. Li ku derê hêza jinê bê avakirin bi taybet êrîşî wê derê dikin. 
 
Di heman demê de êrîşên dewleta tirk bi her cureyên xwe didome. Dewleta tirk li gel êrîşên li dijî jinê di heman demê de êrîşî gorên Bakurê Kurdistanê dike. Di dîrokê de mînakên bi vî rengî tune ye. Weke gelê kurd em bi zihniyeteke wiha qirêj rû bi rû dimînin. Ew dizanin ku civakek bi nirxên xwe dibe civak loma ew jî êrîşî nirxên gelê kurd dike. Wekî Meclîsa Îştarê banga me ji hemû jinan heye ku li dijî êrîşên li ser nirxên civakê bêdeng nemînin."