‘Bi rojan e ne av heye ne ceyran’

  • 09:06 29 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li 40 gundên Dêrik û Qoserê ev 16 roj in DEDAŞ’ê ceyran birîn û av tune. Jinên li dijî vê têdikoşin wiha gotin: “Em nikarin malên xwe paqij bikin û avê bidin sewalên xwe. Divê demildest dawî li vê zilmê bînin.”
 
Li 40 gundên girêdayê Qoser û Dêrikê bi hezaran welatî ji 14’ê Gulanê heta niha bê av û ceyran jiyana we didomînin. Belavkirina Ceyranê ya Dîcle A.Ş bi îdiaya ‘deynên ceyranê yên cotkaran’ heye ceyran hat birîn û 16 roje welatî mexdûr in. Jinên gundê Sinar diyar kirin ku bi tankêrên avê yên ji gundê din tînin hewcedariyan çareser dikin û got cilên wan yên paqij nemane, divê demildest mexdûriyet bê çareserkirin.
 
‘DEDAŞ her sal wisa dike’
 
Medîne Turan daxuyakirin ku diçin gundên din avê tînin û got: “Serê Remezanê her tim av dibirîn. Di navîna Remezanê de bi giştî birîn. Bi mehan e av û ceyran tune. Me cejn wisa derbas kir. Me zarokên xwe neşûşitin. Em diçin ji gundên din bi tankêran avê tînin. Ew jî têr nake. Carna ava me ya xwarinê jî namîne. Êdî bes e. Em her sal mexdûr dibin.”
 
‘Herî zêde jin mexdûr dibin’
 
Xensa Akça jî wiha got: “Hûn rewşa me dibînin. Em perîşan kirine. Herî zêde jin zehmetiyê dikşînin. Em avê dikşînin. Nan lêdixin. Li zarokan dinêrin. Ceyran tune. Alavên me yek naxebitin. Alavên me ji ber ceyran diçin û tên xera bûn. Em ji gundên din avê tînin.”
 
‘Deynê me tune’
 
Xezal Bîlen jî anî ziman ku bi rojane nikarin tiştekî bikin, malên xwe paqij bikin û wiha dawî lê anî: “Em nikarin firaqan bişon. Cil û bergên me qirêj in. Em nikarin avê bidin sewalên xwe. Deynê me tune. Her kes mexdûr kirine. Baxçeyê me hene. Ji ber em av nadin hişk bûne. Bi şev bi zanebûn ceyranê vedikin û alavên me xera dibin. Divê demildest avê berdin. Bila çareseriyekê bibînin.”