‘Bi salan e tiştê ku neguherî, bêcezabûn bû’

  • 09:04 29 Gulan 2020
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Sekretera ÎHD’a Amedê Yuksel Acar Aslan, diyar kir ku tevî têkoşîna bi salan tê dayîn, yekane tiştê neguheriye bêcezabûn e û got mekanîzmaya darazê di dosyayên di bin çavan de windakirin de ‘wek sê meymûn î’ lîst.
 
Di 17-31’ê Gulanê Hefteya Windayên Dibinçavan de ya Navneteweyî de, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bernameyên cuda pêk tîne. Sekretera Şaxa ÎHD’a Amedê Yuksel Acar Aslan, da zanîn ku malbat bi salane têdikoşin lê mixabin dewlet bi israr gumanbaran dernaxe pêşberî darazê.
 
25 sal e têkoşînek bi rûmet tê meşandin
 
Yukselê daxuyakirin ku 25 sale ji bo gumanbarên windayan bên dîtin têkoşîn tê meşandin û got: “Di 1995’an de di bûyerên Gazî de Hasan Ocak di bin çavan de hat qetilkirin û piştre cenazeyê wî li goristanê hatibû dîtin. Piştî vê çalakiyê dest pê kir û di 27’e Gulana 1995’an de li ber lîseya Galatasarayê çalakî pêk anîn. Piştre bi navê Dayikên Şemiyê her hefte têkoşîna xwe meşandin. Heta 1999’an bi biryar çalakî hat meşandin û di vê pêvajoyê de jî gelek caran rastî mudaxale û îşkenceyan hatin. Malbatan ji 1999’an heta 2009’an demek dirêj navber dan çalakiyê. Di 2009’an de Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan hem li ber Lîseya Galatasarayê, hem li Amed, Êlih, Şirnexê çalakî berdewam kirin. Malbat dîsa rastî şîdeta hêzên ewlehiyê hatin.”
 
‘Ev pirsgirêk bû pirsgirêka piralî’
 
Yukselê ev tişt anî ziman: “Tevî hemû zor û zehmetiyan têkoşîn hat meşandin û malbat gelek hatin pelçiqandin. Pirsgirêka nehat çareserikirin gelek aliyên wê hebûn. Aliyê hiqûqî yê navneteweyî heye. Aliyê hiqûqa hundir û travma civakî heye. Bi salan e winda her hefte tên ziman.”
 
‘Gotin ‘delîl tune’ û red kirin’
 
Yukselê balkişand ser çîrokên ku hatine parvekirin û wiha pê de çû: “Bi giştî piranî ji aliyê kesên ku dewletê peywirdar kirine ve hatine binçavkirin û agahî jê nehatine girtin. Di çîrokên windayên din de jî raste rast cerdevanan cih girtiye. Di hinek çîrokan de jî hêzên paramîlîter cih girtine. Bi salane tevî evqas tiştên li holê, yekane tişta ku neguherî bêcezabûn bû. Yan gotin ‘delîl tune’ an jî înkar kirin.”
 
Yukselê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew parêzvanên mafê mirovan her tim diyar dikin ku aştiya civakî li ser pirsgirêka windayan nikare bê avakirin û got şert e ku gumanbar bên darizandin, winda bên dîtin û got: “Di navbera dewlet û kes de têkiliyên girîng ev e ku divê mafê welatî bê parastin, bikeve bin ewlehiyê. Divê peymana NY’ê ya ku kesan li dijî windabûnê diparêze, bê îmzekirin û berpirsyariyên vê bînin cih.”