‘Ne pandemî ne jî desthilatdarî nikare me ji kolanan dûr bixin ‘

  • 09:03 29 Gulan 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Aktîvîstên jin diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de pirsgirêkên jinan giran bûne û gotin wê normalbûna dewletê qebûl nekin û wiha gotin: “Em ê îtîrazê normalbûna dewletê ya ku li hember jin û zarok sûc dike,  bikin. Em ê normalbûna xwe biafirînin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Ne pandemî ne jî desthilatdarî nikare me ji kolanan dûr bixe.”
 
Di pêvajoya pandemîyê de şîdeta fîzîkî, aborî û psîkolojîk zêde bû û mixabin qadeke ku jin li dijî şîdetê serî lê bidin nema. Di pêvajoya vîrusê de kuştinên jinan didomin û tevî hemû astengiyan têkoşîna jinê jî didome. Jinên Piştevaniya Mor, Mor Sarmaşik, Tora Parastina Jinan û Meclîsên Jinan yên Sosyalîst (SKM) pêvajoya vîrusê û piştî wê nirxandin.
 
Ji Mor Sarmaşik Tugçe Kahraman diyar kir ku ji ber normên zayenda civakî di pêvajoya karantînayê de barê jinan girantir bûye û keda jinê du qat tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Jin li malê ne di ewlehiyê de ne. Bi qanûna înfazê re gumanbarên şîdetê hatin berdan. Xwegîhandina Alo 183 û 155 êdî zehmet e. HSK’ê ji bo qanûna 6284’a sînorkirin anî û ev jî wê pêşî li şîdetê vebike. HSK divê biryarên tedbîrê, bi awayekî ku tenduristiya mirovan tehdîd neke binirxîne.”
 
‘Destilatdariyê êrîşê destkeftiyên jinên Kurd kir’
 
Tugçeyê destnîşan kir ku desthilatdariyê qeyûm tayînê şaredariyan kiriye û hevşaredar girtine û hem gel hem jî pergala hevserokatiyê tune hesibandiye, darbe li îradeya gel xistiye. Tugçeyê her wiha daxuyakirin ku ji bo êrîşên di pêvajoya pandemî de li dijî wekheviya zayendî, beralî bikin wê piştî karantînayê jî têbikoşin.
 
‘Hejmara sûcên nehatine qeydkirin zêde bûn’
 
Ji Tora Parastina Jinan Gîzem Coşkun jî destnîşan kir ku newekheviya zayenda civakî di pêvajoyên wisa de zêdetir dibin û got: “Bi karantînayê re me polîtîkayên dijminê jinan û zarokan jî dîtin. Bi qanûnan pêvajoya windahiya mafan jî dest pê kir. Di encama têkiliyên newekhev de komên dezavantaj bi zirar derketin. Yên herî zêde hatin pelçiqandin jî jin bûn. Ji bo têkoşîneke bi hev re tevgerên femînîst her tim rêbaza me bû. Torên piştevaniyê yê nû û cuda hatin avakirin lê nehatin cem hev û parvekirin agahiya nehat kirin.”
 
‘Ne pandemî ne jî desthilatdarî nikare me ji kolanan dûr bixe ‘
 
Ji Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî daxuyakirin ku di pêvajoya karantînayê de tevgera jinan rast tev geriyaye û got: “Çapemeniya civakî baş hat bikaranîn. Me naverok hilberand. Me xwe neda alî. Divê her rêxistin nav xwe de zêdetir piştevaniyê bihûne. Ne pandemî ne desthilatdarî nikare me ji kolanan dûr bixe. Êş û hêrsa me hîna teze ye.”
 
‘Divê li dijî faşîma rêxistinbûnek xurt hebe’
 
Ji SKM’ê Dîdar Gul jî destnîşan kri ku destilatdariyê pêvajoya pandemiyê veguheriye derfetê û got li gorî pêvajoyê daxwaz nehatine afirandin, têkoşîna civakî û ya jinê jî kêm maye. Dîdarê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê li dijî faşîma rêxistinbûnek xurt hebe.