‘Astengkirina mafê definkirinê dibe sedema travmayên civakî’

  • 09:01 29 Gulan 2020
  • Rojane
ENQERE - Derûnasa civakî Cansu Yumuşak diyar kir ku astengkirina mafê definkirinê ne tenê bedena mirî, bîranîn, nirx, hezkiriyên wî hedef digire û got ev travmayên wisa yên şexsî dikare vegerin travmayên civakî.
 
Êrîşên li hember goran didomin û derket holê ku ji 282 cenazeyên di 2017’an de ji goristana Xerzanê hatine derxistin li Kîlyosê 261 cenaze li ser hev li peyarêyan hatine definkirin. Li êşa malbatan êşek din jî zêde bû. Derûnasa civakî Cansu Yumuşak rewş nirxand.
Cansuyê got cenazeyên bi hinceta lêkolîna Tipa Edlî biribûn Stenbolê bêyî agahiya malbatan biribûn û got: “Mirin rastiyek e, qedera hevpar a hemû mirovane. Em behsa dawîbûna jiyanê dikin. Ji bo vê bidawîbûnê em wek civak hewcedarî bi pêvajoya şîn, hinek seremonî û rîtuelan dibînin. Her mirov xwedî mafê bi rûmet yê definkirinê ye.”
 
‘Ev pêkanîn rê li ber travmayan vedike’
 
Cansuyê bi lêv kir ku mafê definkirinê jî wek mafê mirinê hevpar e û tu hinceta binpêkirina vî mafî tune û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tunehesibandina pirsan, baweriya bi otorîteya siyasî ya muxatabe jî tune dike. Eziyetê bi bedena mirî, astengkirina definkirinê, şîngirtinê rê li ber travmayan vedike. Tu mirov tenê ji xwe ne pêkan e. Wek hemû zastinên civakî jî qebûl dike, mirov hebûnek civakî ye.”
 
‘Li pey mirî pêkanîna hinek rîtuelan hewcedarî ye’
 
Cansuyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema kesek jiyana xwe ji dest dide tiştek der barê wan de namîne. Xizmên wî xwedî maf in ku li pey şînê bigirin. Ev hewcedariyeke hem şexsî hem jî civakî ye. Astengkirina mafê definkirinê ne tenê bedena mirî, bîranîn, nirx, hezkiriyên wî hedef digire. Ev travmayên wisa yên şexsî dikare vegerin travmayên civakî. Ger ev rîtuel pêk neyên, ne pêkan e pêvajo bi awayekî baş temam bibe.”
 
‘Mudaxaleya li hember mirî, nirx û hezkiriyên wî hedef digirin’
 
Cansuyê destnîşan kir ku  malbat hewcedariyê bi gorekê dibînin û wiha pê de çû: “Malbat di rojên taybet de dixwazin biçin ser gorên xizmên xwe. Ya herî girîg jî ev parçeyekî çandê ye. Ev bendewariyeke esas e. Ev binpêkirinên wisa jî rê li ber travmayêncivakî vedikin. Mudaxaleya li hember mirî, nirx û hezkiriyên wî jî hedef digirin.”