ROJEVA 29’Ê GULANA 2020’AN

  • 09:00 29 Gulan 2020
  • Rojev
* Derûnasa civakî Cansu Yumuşak diyar kir ku astengkirina mafê definkirinê ne tenê bedena mirî, bîranîn, nirx, hezkiriyên wî hedef digire û got ev travmayên wisa yên şexsî dikare vegerin travmayên civakî.
 
* Aktîvîstên jin diyar kirin ku di pêvajoya vîrusê de pirsgirêkên jinan giran bûne û gotin wê normalbûna dewletê qebûl nekin û wiha gotin: “Em ê îtîrazê normalbûna dewletê ya ku li hember jin û zarok sûc dike,  bikin. Em ê normalbûna xwe biafirînin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Ne pandemî ne jî desthilatdarî nikare me ji kolanan dûr bixe.” DÎMEN HEYE
 
* Sekretera ÎHD’a Amedê Yuksel Acar Aslan, diyar kir ku tevî têkoşîna bi salan tê dayîn, yekane tiştê neguheriye bêcezabûn e û got mekanîzmaya darazê di dosyayên di bin çavan de windakirin de ‘wek sê meymûn î’ lîst. DÎMEN HEYE
 
* Hunermend Pinar Aydinlar diyar kir ew û zarokên wê ji ser hesabê çapemeniyê ya bi navê ‘JÎTEM’ hatine tehdîdkirin û got: “Zext û tirs nikare me biçewisîne. Em ê li dijî her cureyê êrîşên qirêj têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
* Li 40 gundên Dêrik û Qoserê ev 16 roj in DEDAŞ’ê ceyran birîn û av tune. Jinên li dijî vê têdikoşin wiha gotin: “Em nikarin malên xwe paqij bikin û avê bidin sewalên xwe. Divê demildest dawî li vê zilmê bînin.” DÎMEN HEYE
 
* Piştî qeyûm tayînê şaredariya Êlihê ya HDP’ê bû şûnde, jinên di Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS’ê de dixebitin, dan beşên din û ji bo midûriyetê jî mêr hat tayînkirin. Hulusî Şahîn yên wek qeyûm hat tayînkirin jî talîmat da ku jin li kolan û refujan bixebitin.
 
* Hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku niha girtiye, pergala hevserokatiyê, sekna partî û sekna tevgera jinê nirxand û got: “Ger ku bi awayekî xurt xwedî li pergala hevserokatiyê bihata derketin, di serî de li hember şaredariyan û her wiha sazîbûna jinê jî evqas êrîş pêk nehatibana.”
 
* Berdevka Dîwana Meclîsa Sûriya Demokratîk Zeyneb Qember, mijara Yekrêziya Kurdî nirxand û balkişand ser girîngiya çareseriya pirsgirêka kurd a di Sûriyeyê de û wiha got: "Yekîtiya kurdî mayindekirina çareserkirina pirsgikrêka kurd a di Sûriyeyê de ye. Ger em armancên xwe bikin yek em dikarin yekîtiya xwe ava bikin." DÎMEN HEYE
 
* Jina bi navê Nadiya Osman derbarê topbarankirina gundê Borazê û şewitadina zeviyan de wiha got: "Salekê sax em xizmeta zeviyên xwe dikin ji bo ku pê debara jiyana xwe bikim, lê em dibînin ku di nava seatekê de bi topbarana dewleta tirk re zeviyên me tên şewitandin û keda me ya salekê diçe." DÎMEN HEYE