Di encama şewata zeviyan de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan
- 08:27 29 Gulan 2020
- Rojane
HESEKÊ - Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê agir bi zeviyên gundê Esediyê a girêdayî navçeya Zirgan xistin.
Dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê duh ber bi saetên êvarî de agir bi zeviyên gundê Esediyê a girêdayî navçeya Zirgan a Kantona Hesekê xistin. Welatiyên gund û tîmên agirkujê ji bo tefandina agir ketin tevgerê. Kesên bi navê Sexîr Mehmûd Himêdî yê 35 salî û Neyîm Sedaf Cewad ê 25 salî dema alîkarî didan welatiyan da ku rê li ber şewata zeviyan bigirin jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan hezar donim erd jî şewitîne.