Duh bi şev êrîşê avahiya HDP'ê hat kirin

  • 12:56 28 Gulan 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Duh şev saet di 00.56'an de ji aliyê kesekî ve êrîşê avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê hat kirin.
 
Duh şev saet di 00.56'an de ji aliyê kesekî ve êrîşê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Cizîr a Şirnexê hat kirin. Di qamerayên mobeseyê de xuya dike ku duh êvarê bi şev saet di 00.54'an de erebeyek 100 metre ji avahiya navçeyê dûr di kolanekê de disekine.
 
Li ser wî kesî êlegê polîsan heye!
 
Di qamerayê de xuya dike ku şev saet di 00.56'an de ew kes ber bi avahiya navçeyê ve dimeşe û saet di 00.56'an de di destê wî de şîşeyek pet heye û deriyê avahiya navçeyê dide ber agir û piştre ji aliyê çepê ve diçe û winda dibe. Her wiha li ser wî kesî êlegê polîsan ku heye jî balê dikişîne.
 
Di êrîşa ku hat kirin de tabelaya HDP'ê û deriyê avahiyê zirar dît.
 
Rêvebiriya navçeyê dê di derbarê mijarê de daxuyaniyê bide.