Piştî 7 salan şûnde Gezî: Jinên ji Rengê Sor li berxwe didin

  • 09:04 28 Gulan 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Sekna, Jina ji Rengê Sor ya dema polîsan gaz davêt tu car tawîz neda, di çalakiyên Gezî de bû sembol.
 
Hemû kes êdî wêneyê ‘Jina ji Rengê Sor’ dizane. Di Gulana 2013’an de yek ji çalakgerên protestoya Kişlaya Topçu ya dihat plankirin li Parka Gezî bê çêkirin, jina bi navê Ceyda Sungur ya fistanê sor li xwe kiribû. Di 28’ê Gulanê de di dema mudaxaleya li hember çalakgeran de polîs gazê davêjin jina fistanê sor li xwe kiribû. Ji ber bandora gazê porê wê radibe hewa, li şûna Ceyda bireve, li cihê xwe disekine. Nûçegîhanê Wêneyan yê Reutersê Osman Orsal vê demê dikşîne û di hişan de bi cih dike. Wêne li hemû cîhanê wêneyê rojê hat hilbijartin. Di çapemeniya civakê de jî ji aliyê hezaran kesî ve hat parvekirin. Her wiha wêne wek ‘Jina ji Rengê Sor’ bû sembol.
 
Gelek eşkere ye ku ev sekin û berxwedana jinê ye. Vê kareyê bandorek mezin li ser Rojava kir û parçeyeke biçûk ya berxwedana jinên Rojhilata Navîn ya ji paşerojê heta îro ye. Hîna li Rojhilata Navîn berxwedan û şoreşa jinê mijara gotinê ye. Li Rojava şoreşa jinan, berxwedaneke ku ji bo hemû Ewropa û cîhanê dibe çavkaniya îlhamê, nîşan dide. Wek Jina ji Rengê Sor ku çawa bû sembol û çavkaniya îlhamê..
 
Ceyda Sungur wê demê daxwaza axaftinê ya gelek rojname, ajans û televîzyonan red kir. Di axaftina xwe ya kurt ya ji rojnameya Îngîlîz The Sunday Telegraph re kir de, deng da. Ceydayê diyar kir ku ew parçeyeke vê tevgera mezin a gel e û ew jî ketiye rewşa ku bi sedan kesî jiyaye û wiha berdewam kiribû: “Li gorî min protesto azadiya fikir û raman û hêza gel temsîl dike. Mirov baweriya ku hêza ku xwediyê wê ne dijîn. Mirov xwedî hêza ku dikarin her tiştî biguherinin e.”
 
Li hemû cîhanê bi bandor bû
 
Li ser vê yek kareyê di rojnameyên herî navdar yên cîhanê yên wekê The New York Tîmes, Washînton Pos de nivîs hatin nivîsin. NBC ya weşana Amerîkayê jî ‘Jina ji Rengê Sor’ di nav wêneyên herî girîn yên protestoyî yên sedsala dawî de nîşan da.
 
Rojnameya herî girîng ya DYA’yê Washîngton Post di nivîsê de wiha gotibû: “Jina ji Rengê Sor, çalakiya Parka Gezî û şîdetê vedibêje. Ev kareya Jina ji Rengê Sor rûyê Ewropayî nîşan dide. Jina ji Rengê Sor dişibe ciwaneke modern ya ji mesaiyê derketiye û çûye çalakiyê. Enerjiya di navbera Jina ji Rengê Sor û polîs de gelek bi heybet e. Ev enerjî wek kakila Tirkiyeyê ye. Jina ji Rengê Sor xwe li dijî êrîşê nade alî. Ne êrîşê polîs dike ne jî direve. Ev jî wêne nemir dike.”
 
Malpera wêneyan ya navdar Peta Pîxel jî di nivîsa der barê wê de diyar kir ku, wêne dema şikandinê sembolîze dike, ev jî di îkonbûnê de gelek girîng e.
 
‘Jina ji Rengê Sor li Brezîlyayê ye’
 
Dema çalakiyên Parka Gezî li Tirkiyeyê pêk dihat, li Brezîlyayê jî protesto pêk hatin û dem bi dem ji bo Tirkiyeyê peyam hatibûn şandin. Kovara çandî ya Brezîlayayê di hejmara xwe ya Tîrmehê de cih da protestoyên Parka Gezî.
 
Kovara Penguen a qerfî ya Tirkiyeyê jî di kapaxa xwe ya meha Tîrmehê de wêneyê Jina ji Rengê Sor bi kar anî.
 
Ji bo polîs cezayê çandina 600 şitlî hat dayîn
 
Ceyda Sungur di 1986’an de hat dinê. Li zanîngehê perwerdeya beşa herêmî û bajarvanî girt û li Zanîngeha Teknîk a Stenbolê dest bi xebatê kir. Di çarçoveya protestoyên Gezî de di çalakiyên li Stenbolê de wek çalakger û dildara alîkariya ewil cih girt. Di çalakiyê de rastî êrîşa gaza îsotê ya polîsan hat. Piştî êrîşê li polîs bi daxwaza ji salekê heta du salan ceza doz hat vekirin. Di encama doza di 2014’an de bi encam bû cezayê çandina 600 şitlî dan polîs. Doza li Ceydayê jî ji sûcê ‘li gorî qanûnê tevnegerîn’ hatibû vekirin jî bi biryara neşopandinê encam bû.