Girtiyên girtîgeha Rîzeyê: Em êdî nikarin bêhna xwe bidin

  • 09:03 28 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyê bi navê Necdet Terlak li girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê dimîne. Dayika wî Nure Terlak diyar kir ku kurê wê di hevdîtina telefonê de diyar kiriye ku ji ber zextên girtîgehê êdî nikarin bêhna xwe bigirin û got: “Me çend daxwazname da. Me çend caran girtîgeh anî rojevê. Lê tevî vê zext kêm nabin.”
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tevî vîrusa koronayê, binpêkirinên mafan didomin. Her tim bi ser koguşan de digirin, lêgerînan dikin, li girtiyan didin, îşkenceyê lê dikin, surgun tên kirin, mafê xwegîhandina tenduristiyê tê astengkirin, dermankirina bi kelepçe, lêgerîna tazî û gelekên din.. Yek ji girtîgehên ku ji rojevê de nakeve girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê ye. Girtî bi hevkariya malbatên xwe bang dikin û diyar dikin ku ji ber zextan êdî nikarin bêhna xwe bigirin.
 
‘Girtiyên edlî her tim heqeretan li wan dikin’
 
Nure Terlak diyar kir ku kurê wê Necdet Terlak 21 sale girtiye û di hevdîtina dawî ya telefonê de banga hestiyariyê li rayagiştî kiriye û got kurê wê di telefonê de gotinên ‘Dibe ku carek din destûr nedin ku em derkevin hevdîtina telefonê jî’ aniye ziman. Nure destnîşan kir ku ji ber vîrusê ev sê meh e nikarin biçin hevdîtinê û wiha pê de çû: “Ji ber Rîze dûr e, em bi rêk û pêk nikarin biçin. Ev 3 mehe em bi telefonê agahî jê digirin. Kurê min her cara digere dibêje ‘nahêlin em bêhna xwe bigirin’.Her wiha girtiyên edlî heqaretan li girtiyên siyasî dikin. Ji roja kurê min çûye wir me her tişt dît. Her roj tiştekî nû tê jiyîn.”
 
‘Gardiyan rojê 3-4 caran tê koguşan’
 
Nure daxuyakirin ku girtiyên siyasî û yên edlî heman demê de derdixin hevdîtina telefonê û ev jî rê li ber rewşa provakatîf vedike û wiha dawî lê anî: “Carna girtiyên siyasî û edlî bi hev re derdixin hevdîtinê. Girtiyên edlî bi zanebûn deng derdixin ku girtiyên siyasî nikaribin biaxivin.Tevî ku kurê min bi dehan carî ev ji rêveberiyê re got jî girtîgehê tiştek nekir. Berê koguş bi kamerayan dihat temaşekirin. Niha gardiyan rojê 3-4 caran diçin koguşan. Ji ber vîrusê alavên pajiyê jî nadin. Me gelek caran daxwazname nivîsî. Em çûn ÎHD’ê lê pêşketinek çênebû. Bi mehane ev zext didomin. Li wir îşkenceyê li zarokên me dikin. Bila dest ji zext û îşkenceyên xwe berdin.”