Ji girtiyên berê banga tahliyeyê: Hevalên me berdin

  • 09:02 28 Gulan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Girtiyên jin yên di dîrokên cuda de hatibûn tahliyekirin, ji bo hevalên xwe yên di pêvajoya vîrusê de di girtîgehê de ne banga tahliyeyê kirin û diyar kirin ku divê di 3’yemîn pakêta darazê de hevalên wan jî hebin.
 
Li tirkiyeyê ji ber vîrusa korona 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û ji bo xweparastina ji vîrusê hinek tedbîr hatin girtin. Lê li girtîgehan tedbîr qels in û her wiha qanûna înfazê ya di vê pêvajoyê de ket meriyetê jî girtiyên siyasî tê de cih negirtin. Xizmên girtiyan ji destpêka vîrusê de bang kirin ku ew bi fikar in û divê bên tehliyekirin. Girtiyên jin yên berê di girtîgehan de mane jî bang kirin ku divê hevalên wan bên tehliyekirin.
 
‘Rîska herî mezin zindan in’
 
Gulîstan Yusma ya ku berê di girtîgehê de maye, bi lêv kir ku ew şertên girtîgehê baş dizane û hijyen li wir gelek qels e û wiha got: “Ji ber vîrusê girtîgeh rîska herî mezin in. Em dixwazin ku hevalên me yên siyasî jî ji pakêta darazê fêdeyê bigirin. Hîna ku dem heye divê bên berdan. Em dixwazin ku hevalên me yên rewşa wan ya tenduristiyê ne baş e demildest bên berdan.”
 
‘Ez ji bo hevalên xwe tehliyeyê dixwazim’
 
Dîlan Ay jî bi lêv kir ku ew jî berê di girtîgehê de bûye û niha jî xwişka wê Jiyan Ay li girtîgeha Jinan a Bunyanê ye û wiha pê de çû: “Ji ber vîrusê girtîgeh bi rîsk in. Alavên paqijiyê têr nakin. Baş nadin. Em dixwazin ku girtiyên siyasî jî ji pakêta darazê fêdeyê bigirin. Xwişka min di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez jî berê girtî bûm. Ez ji bo xwişka xwe û hevalên xwe daxwaza tehliyeyê dikim.”
 
‘Ev vîrus kesî ji hev cuda nake’
 
Berîvan Bayindir jî daxuyakirin ku ew mehek berê hatiye tehliyekirin û bertek nîşanê qanûna înfazê da û got: “Bi hezaran girtiyên edlî bi pakêtê hatin berdan. Lê mixabin girtiyên siyasî tê de cih negirtin. Bila ev bê zanîn ku ev vîrus kesan ji hev cuda nake. Em dixwazin ku girtiyên siyasî jî bên berdan.”
 
‘Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin’
 
Vesîle Yuksel jî ku bi du zarokên xwe yên biçûk re di girtîgehê de mabû ev tişt anî ziman: “Xwişka min di girtîgeha Tîpa T ya Şakranê de ye. Em dixwazin hemû girtî azad bin. Divê demildest edalet pêk bê. Êdî bes e.Em ji bo girtiyên siyasî piştgiriyê dipên. Bila êdî ev bêdengî bi dawî bibe. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Azadî mafê mirovahiyê ye. Divê hemû kes piştgiriyê bidin girtiyên siyasî.”