Leyla Xalid: Bi yekrêziya kurdî em ê hebûna xwe mîsoger û mayinde bikin

  • 09:06 27 Gulan 2020
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Hevseroka Yekîtiya  Rewşenbîran a Bajarê Helebê Leyla Xalid, derbarê  girîngiya yekrêziya partiyên kurdî  de nirxandin kir û wiha got: “Ger em partiyên kurd bibin yek em ê pilanên dijminan vala derbixin. Divê em nakokiyên di navbera xwe de bidin alî û ji bo berjewendiyên kurdan bi giştî tev bigerin. Bi yekrêziyê em ê hebûna xwe mayinde bikin, çarenûsa me di destê me de ye.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawiyê  de bi riya telefonê ji bo pêwistiya yekrêziya kurdî bang kir ku partiyên kurdî bi hev re lihevkirinekê bidin çêkirin û hemû pirsgirêk û nakokyên di navbera xwe de bidin alî.  Ji bo berjewendiyên kurdan tev bixebitin û yekrêziyê di navbera partiyan de divê bê çêkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid, derbarê girîngiya avakirina yekrêziyê di navbera partiyên kurdî de nirxandin  kir.
 
‘Divê em nakokiyên di navbera partiyên kurd de bidin alî’
 
Di destpêka axaftina xwe de Leyla bal kişand  ser  êrîşên ku li ser kurdan tê kirin û wiha got: “Êrîşeke neteweyî li ser Gelê Kurd heye, hêzên desthilatdar dixwazin Gelê Kurd tune bikin mînaka wê jî li  ber çav e. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ye. Tiştên ku li wir tên qewmandin ne li gorî pîvanên exlaqî ye.  Qirkirina Gelê Kurd kirine armanca xwe, ji bo wê divê em kurd bibin yek û hemû berjewendiyên xwe yên kesayetî  bidin alî û ji bo yekrêziya kurdan xebat bikin. Em niha di qonaxeke pir hesas re derbas dibin ji bo wê divê em weke partiyên kurdî û Gelê Kurd vê qonaxê ji bo yekrêziya refa kurdî bikin armanceke sereke.  Ger em nebin yek û em xwe ji hev dûr bixin ev tê wateya  ku em armanca dijmin pêk tînin. Li çar perçeyên Kurdistanê me gelek şehîd dane divê em bi yekbûna xwe ji dijminan re bibin bersiv.” 
 
‘Rêber Apo banga yekrêziyê partiyên kurdî kir’
 
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina dawî ya  ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê re çê bû û wiha domand: “Rêber Apo di dema hevdîtina xwe ya dawî  de bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî, ev cara yekemîn e ku Rêber  Apo bi riya telefonê  diaxive. Rêber Apo teqez dike û banga yekrêziya partiyên kurdî dike ku bibin yek, têkoşîn û berxwedana xwe  li hember dijiminên ku dixwazin kurdan tune  bikin bidin meşandin. Dijmin her tim dixwaze Gelê Kurd perîşan bike û bê çeranûs bihêle, dixwaze parçebûnekê  di nav  me de bide avakirin.  Divê em li hember vê serî hildin û ji bo doza xwe bixebitin.  Li her çar parçeyên kurdistanê em bi hev re bibin alîkar û destên xwe bikin yek da ku em azadî û mafên xwe bigirin.”
 
‘Çaranûsa me di destên me de ye’
 
Leyla bal kişand ser dîroka kurdan a di serhildanan de û wiha gotina xwe bi lêv kir: ”Di dîroka kurdan de gelek serhildan û şoreş çêbûn, lê mixabin di wan serhildanan de bi ser neketin.  Tevî ku kesên pêşentiya wê dikirin xwedî nirx û hêz bûn, lê nikaribûn parastina destkeftiyên xwe bikin. Di roja me ya îro de jî her partiyeke kurdî xwedî helwest û biryarên cuda ne ew jî dikeve xizmeta berjewendiyên keseyatî. Beriya demekê Çawîşoglu li ser zimanê ENKS’ê axivî  û digot ku ENKS’ê qebûl nake ku yekrêzî bê çêkirin. Gerek em bibin yek. Divê li hember dijminan  em xwedî sekneke cidî bin û helwestên me li gor berjewendiyên me yên yekrêziya refa kurdî be.  Çaranûsa me  di destê me de ye.”
 
‘Bi yekrêziya xwe em ê hebûna xwe mayinde bikin’
 
Di dawiya axaftina xwe de Leyla bang li hemû partiyên kurdî kir ku yekrêziya xwe ava bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê em hemû aliyên kurdî bibin yek û li hember pilanên navneteweyî û komployên ku dixwazin kurdan perçe bikin, bisekinin. Piştî wê em dikarin hemû pirsgirêkên xwe di nava hev de çareser bikin. Ji ber em ne tenê xwediyê vê dozê ne yên ku xwedîyê vê dozê şehîd, malbat û zarok in.  Divê em xwedî li mîrasên xwe derbikevin. Bi yekrêziya  kurdan em ê hebûna xwe mîsoger û mayinde bikin.”