‘Gundê Jinwarê bû dengê qêrîna min û bihara temenê min’

  • 09:05 27 Gulan 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî –Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Gundê Jinwarê li ser bingeha çanda civaka dîrokî  hatiye avakirin û ji Bêrîvana 13 salî re bû helwesta şikandina bêdengiya wê. Bêrîvanê bi dengê xwe yê zelal daxwaz û hestên xwe tîne ziman.
 
Gundê Jinwarê li Rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayi Kantona Hesekê ye. Avakirina Gundê Jinwarê di encama şoreş û têkoşîna jinan de ava bû. Gund bi tevahî li ser bingeha çanda civaka dîrokî ve hate avakirin. Di 10‘ê Adara 2017’an de kevirê destpêkê yê warê jinan hate danîn û heya 25’ê Mijdara 2018’an Gundê Jinwarê ji jiyana civakê re deriyê xwe li ser esasê  jiyana hevbeş vekir. Gundê Jinwarê ji serpêhatiyên cuda re malovantiyê dike. Bi armanca ku jiyan û têkoşîna jinan yek be hatiye avakirin. Yek ji zarokên gund Bêrîvan Telal a 13 salî ye û bi eslê xwe Kurda Êzidî ye û niha li Jinwarê dijî behsa çîroka xwe kir. 
 
‘Kevneşopiyên civakê mafê jinan naparêze û koletiyê lê ferz dike’
 
Bêrîvanê diyar kir ku kevneşopiyên civakê wê ji xewin û xeyalên wê yên zarokatiyê mehrûm kir û wiha pêl da axftina xwe: ”Ez û dayika xwe niha li Gundê Jinwarê dijîn, dayika min nikare biaxive û ne jî bibihîze. Di 16 saliya xwe de rastî îstismara zayendî hat, bi min ducanî bû.  Malbata dayika min ew qebûl nekir û xwestin wê bikujin. Lê dayika min ji malê reviya û berê xwe da gundekî da ku li wir kar bike û xwe biparêze. Kevneşopiyên civakê mafê jinan binpê dike û koletiyê lê ferz dike.”
 
‘Ji dema ez hatim dinê min her dayika xwe li ber çavên xwe didît’
 
Bêrîvanê wiha axaftina xwe domand: ”Dayika min li gel malbatekê wekî cotkarekê kar dikir.  Dema ez hatim dinê jî min tenê dayika xwe li ber serê xwe dît, lê ji ber ku dayika min nikarîbû biaxive û bibihîze ez jî  zû fêrî axaftinê nebûm. Dayika min ji bo xwedîkirina min zehmetiyên pir mezin kişand. Dema dayika min kar jî dikir kesê ku li gel wan cotkarî dikir mafê wê yê keda wê  bi temamî nedidan wê.  Ez pir pê diêşiyam.Temenê min bû 11 salî em bi riya Mala Jinê hatin Gundê Jinwarê.”
 
‘Jinwar bû dengê qêrîna min’
 
Bêrîvanê bal kişand li ser jiyana gundê Jinwarê û wiha got: ”Dema em hatin Jinwarê em rehet bûn.  Jinwarê me ji zor, koletî, şidet û zilmê xelas kir. Li Jinwarê min dibistan xwend, perwerdeya tenduristiyê jî niha dibînim. Di Jinwarê de ez fêrî axaftinê bûm, ez û dayika xwe pir kêfxweş bûn ku ez fêrî axaftinê bûm. Dayika min pez didoşe, erd diçîne, parasatina gund jî dike û jinên gund jî pir ji me hez dikin. Jinwar gundekî dûrî fikirê sîstemên desthilatdar e. Sîstemên desthildatdar jinan dikin hedef da ku civakê jî bikin koleyên xwe. Jinwar bû dengê qirîna min û bihara temenê min.”
 
‘Ji bo guhertina zihniyeta civakê pêwistiya jinan bi têkoşînê heye’
 
Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: ”Jiyana Jinwar pir xweş e, li vir her kes ji hev hez dike, her kes alîkariya hev dike.  Ev yek me di nava civaka xwe kêm didît. Dayika min li hember şideta ku li ser hate meşandin li ber xwe da ji ber wê malbata wê di nava xwe de qebûl nekir. Dayika min rastî êrîşa zayendî hat lê civak vê yekê wekî sûcê mêr nabîne û ji  jinan re şerm dibîne. Hêviya me bi guhertina civakê û jiyaneke xweş heye.”