‘Piştî vîrusê binpêkirina mafan zêde bû’

  • 09:04 27 Gulan 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzera OHD’î Destîna Yildiz diya kir ku li dijî vîrusa korona li girtîgehan hewcedariyên tenduristî, xwarin û paqijiyê jî nayên peydakirin û got di vê pêvajoyê de jî têkiliya wan bi giştî bi derve re hatiye qutkirin û got: “Hîna ku dereng nemane divê girtî bên tahliyekirin.”
 
Di pêvajoya vîrusa korona de li girtîgehan ji ber tedbîr nayên girtin, girtî û xizmên girtiyan bi fikar in. Di pêvajoya vîrusê de jî binpêkirina mafan didome û gelek caran hat rojevê şert û mercên li girtîgehan ne baş e. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tiştên di pêvajo vîrusê de hatiye jiyîn wek raporeke sê mehan bi rayagiştî re parve kir. Parêzera OHD’î Destîna Yildiz, binpêkirinên mafan yên di pêvajoya vîrusê de hatiye jiyîn vegot.
 
‘Têkilî bi derve re hatiye qutkirin’
 
Destînayê destnîşan kir ku di pêvajoya vîrusê de tişta herî balê dikşîne tecrîda li girtîgehan e û got di vê pêvajoyê de hevdîtina bi malbat û parêzeran jî nehatiye kirin û wiha pê de çû: “Hevdîtinên qadên hevpar hatine rawestandin. Bi vî hawî girtî di bin tecrîdek girantir de ne. Berê jî gelek weşan nedigirtin hundir. Niha yek nayê girtin. Têkiliya girtiyan bi derve re hatiye qutkirin. Yekane têkilî hevdîtinên heftane yên telefonê yên malbatan re ne.”
 
‘Xwegîhandina xurekên baş ji holê rabû’
 
Destînayê bi lêv kir ku bihayên xurekan li kantînan gelek zêde bûne û girtî nikarin xwe bigihînin xwarinên baş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de li hinek girtîgehan dan û standina ji kantînan hefteyê carê tê kirin. Ev jî tê wateya ku girtî nikarin xwe bigihînin xurekên baş. Xwarinên li girtîgehan ji aliyê girtiyên li girtîgehên vekirî ve dihat çêkirin. Bi sererastkirina dawî re jî hat gotin girtiyên wir bi destûr in. Ji ber vê pirsgirêka xwarinê derket holê. Li gelek girtîgehan xwarinên konserve tên dayîn.”
 
‘Alavên paqijiyê nayên peydakirin’
 
Destnînayê destnîşan kir ku pirsgirêkên paqijiyê jî tên jiyîn û îdare berhemên paqijiyê bê pere nade û li kantînan bihayê dezenfektan û rûpûş gelek zêde ye û girtî nikarin vê hewcedariya xwe pêk bînin.
 
Di tenduristiyê de binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn
 
Destînayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafên tenduristiyê jî tên binpêkirin. Sewqên nexweşxaneyan bi giştî hatine rawestandin.Heta ku ne lezgîn be sewq nayên kirin. Girtiyên diçin nexweşxaneyan dema vedigerin jî 14 rojan di karantînayê de dimînin. Di vê pêvajoyê de şertên karantînayê jî gelek xerab in. Ji ber vê girtiyên rewşa wan lezgîn be jî naxwazin biçin nexweşxaneyan. Mafê wan yên dermankirinê jî tê astengkirin. Niha gelek girtiyên nexweş yên kronîk hene. Girtiyên nexweşên giran hene. Dermanên wan dereng tên dayîn. Doktorên revîrê jî ji derve tên. Yanî her roj li girtîgehan nînin. 3-4 rojan carê tên nexweşxaneyê. Ji ber vê jî revîr jî cihên bi xeter in.”
 
‘Girtiyên nîşaneyên wan hene tên piştguhkirin’
 
Destînayê her wiha daxuyakirin ku girtiyên ku nîşaneyên wan yên vîrusê hene jî baldar nayên girtin, tên piştguhkirin û ev tişt bi lêv kir: “Girtiyan dibin revîran û piştre dişînin koguşan. Li hinek girtîgehan jî dibin nexweşxaneyan û testan dikin. Piştî testê dibin koguşên karantînayê. Li wir jî bi rewşa wan re tenê tên hiştin. Li gorî agahiyan yên testên wan pozîtîf dertên jî dibin nexweşxaneyan derman dikin. Lê em dizanin vê li gorî çi dikin. Di vê mijarê de em agahiyek baş nagirin. Her wiha ji bo zarokên bi zarokên xwe re dimînin jî tu tedbîr nayên girtin. Ew jî terkî qedera wan kirine.”