Kongreya Star êrîşên dewleta tirk ên li ser Komeleya Rosa şermezar kir

  • 13:30 26 Gulan 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk ên li ser girtina saziya Rosa ya mafê jinan diparêze û girtina jinên siyasetmedar şermezar kir.
 
Di 22'yê Gulanê de ji aliyê dewleta tirk ve bi ser saziya Komeleya Jinê ya Rosa hat girtin û aktîvîstên TJA, rêveberên komeleya Rosa û gelek siyasetmedar hatin girtin. Ji bo şermezarkirina van mijaran Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek da.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
Rejîma faşîst ya AKP-MHP li tevahî Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê civak û hemû gel xistiye bin cendereyeke qirkirinê. Pêkanînên rejîma faşîst, êdî tu sînoran nas nake. Hemû nirxên ehlaqî û mirovî bi pêkanînên xwe yên faşîst binpê dike. Nirxên herî bi wate û pîroz yên ku mirovan li ser linga digire; gorê zarokên gelê Kurd dirûxîne, hestiyê miriyên wan didize û dixe bin lingan. Tecawiz û destdirêjiyê li ser zarok, jin û hemû nirxên civakê dike.  Weke qetranekê xwe li ser hêvî û ronahiya gelan kiriye. Zarok, jin, ciwan, pîr û hemû nifşên civakê bê nefes, bê hêvî hiştiye. Ceribandinên wan pêkanînên xwe yên hovana destpêkê li ser Kurdan dike. Ji ber yê serî natewînin, Kurd in. Ji ber yên ku ev sedan sala ne li Tirkiyeyê têkoşîn û berxwedana azadî, demokrasî û wekheviyê dide Kurd in. Ji ber wê rastiyê destpekê dixwazin Kurdan bê deng bikin, vîna wan bişkînin. Bi êrîşên xwe yên hovane û bê exlaq dixwazin wan teslîm bigirin. Lê em dibînin ku nikarin vê pêk bînin. Îro yên ku di bin siya wê faşîzma tunderew ya Tirk de bê deng namîne û her tim li berxwe dide Kurd in. Ew jî dizanin heya Kurdan neşkînin nikarin bi ser bikevin.
 
Saziya Rosa ji bo maf û azadiya jinan têkoşîn dikir
 
Ji desteserkirina şaredariyan bigire, heya girtina siyasetmedaran û zextên kesên ku li Tirkiyeyê mixalefetê dikin hemû bi plan û zanebûn tên kirin. Herî dawî pêla girtinê ya li ser saziya Rosa û girtina siyasetmedaran jî bi wê mebestê çêbûye. Saziya Rosa, saziyeke ku li dij binpêkirina mafên jinan têkoşîn dida û xwedî li jinên rastî tundiya mêr dihatin, derdiket. Cihekî ku jinan xwe dispartê û lê nefes dida û distan bû. Dîsa ji bo maf û azadiya jinan têkoşîn dikir. Herî dawî jî li dijî zagona rejîma faşîst AKP-MHP ya ku zewaca di temenê biçûk li ser zarokên keç rewa dike, amadekariyên çalakiyan dikir. Em dizanin ku tekoşîna jinên Kurd di civak û pergalê de gelek guhertin da çêkirin. Rola wan ya pêşeng di qada siyaset û civakê de şênber bû û hêviya azadiyê di jinan û Gelê Kurd de gur dikir. Ji ber wê rejîma faşîst hê ji destpêkê de, jin kire hedef. Ji kuştinê bigire, heya girtin û tecawîzê hemû rêbazên teslîmgirtinê weke rêbazeke rewa dît û pêk anî. Lê em dizanin ku nikarin jinên kurd bi girtin û kuştinê bêdeng bikin, bitirsînin û ji doza wan ya azadiyê dûr bixin. Dewleta faşîst bi hezaran digire, lê cardin bi hezaran jinên têkoşer derdikevin pêş.
 
Em pêla girtinê ya rejima faşîst a li ser jinên têkoşer şermezar dikin
 
Weke rexistina jinê ya Bakur Rojhilatê Surî-Rojava Kongra Star em pêla girtinê ya rejîma faşîst li ser jinên têkoşer yên Bakurê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriya xwe car din radigihînin. Em bangewazî li hemû jinên di pêşengiya jinên Kurd yên tekoşêr de bûne xwedî vîn, rêxistin û kesayet û dîsa jinên ku ji têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd bandor bûne, bila li beramber wan pêkanînên faşîst û mêrpergaliyê bêdeng nemînin û xwedî li sazî, nirx û hebûna xwe derkevin.