Ji zarokên bê kes re şahiyek hat lidarxistin

  • 13:15 26 Gulan 2020
  • Rojane
HELEB - Bi boneya cejina Remezanê navenda rewşenbîran a bajarê Helebê şahiyek ji zarokên bê kes re li dar xist.
 
Navenda Rewşenbîran a bajarê Helebê bi armanca ken li ser rûyê zarokên bê kes û parvekerina kêyfxweşiya cejnê şahiyek ji zarokan re li dar xist. Di şahiyê de ji aliyê çand û hunerê ve stran ji bo zarokan hat gotin. 
 
Di şahiyê de Hevseroka Navenda Rewşenbîran Leyla Xalêd axivî û got: "Me xwest di vê roja cejina remezanê de em  şahiyekê ji zarokên bê kes re li dar bixînin. Ev cara yekem e ku zarokên bêkes di komeleya xwedîkirina zarokên bê kes li taxa me tê avakirin. Me bi vê şahiyê xwest moralê zarokan mezin bikin."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.