Sorgul Aytek: Hikumet dixwaze hemû qadên civakê bike bin destên xwe

  • 09:06 26 Gulan 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka EMO’yê Sorgul Aytek Avşar têkildarê êrişên hikumetê ên li ser rêxistinên pişeyî axivî û wiha got: “Di bin navê qanunan de dixwazin hemu rêxistinan bixin bin deshilatdariya xwe. Lê ew çiqas êriş bikin ji em ê ji xeta xwe paşde gavê  neavêjin. Emê destur nedin polîtîqayên ku yekitiya me qirêj dikin.”
 
Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke ku dayî de TMMOB di nav de Rêxistinên Pîşeyî ên weke TTB, TBB kirin hedefa xwe. Serokkomar da zanîn ku ew ê van Rêxistinan li gorî qanûnên hikumetê ji nu ve saz bikin. OdeyaYekitiya Endeziyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê (TMMOB)jî bi armanca li hemberî van êrişan bertek nîşa bidE daxuyanî dabû çapemeniyê.  TMMOB’ê da zanîn ku hikumet dixwaze her qadê bixe di bin rêveberiya yek kesî. Hevseroka Odeya Endezyarên Ceyranê(EMO)  Sorgul Aytek Avşar jÎ derbarê vê yekê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Dixwazin demokrasî û aşitiyê qetil bikin’
 
Sorgul bi erka TMMOB’ê re dest bi axaftinê kir û wiha got: “TMMOB, saziya rêxistina pîşekaran e ku em weke rêxistin û odeyên TMMOB’ê  bi rihê azadî, aşitî, demokrasî , parastina mafên mirovan re li hemberî bê dadî, ruxandina xweza û çanda welat, li hemberî  cînayetên li se kar, ne wekhevî û taşaronîkirinê têdikoşin. Lê îktidara ‘guherîna qanûnî di rêxistinên pîşekaran de’ ji nu ve xistiye rojeva xwe bê tehemuliya xwe ya li hemberî pergala me ya demokrat nişan da. Dixwazin di pergala odeyan de guherînên li gorî xwe saz bikin. Ango bivê re dixwazin demokrasî, wekhevî û aşitiya di van rêxistinan de qetil bikin. Ger guherîn ava bibe wê hîn hêsantir bikarin di wan saziyan de bibin xwedî gotin û bi rêve bibin. Ev jî wê li gorî pergala yek kesî bê meşandin.”
 
‘Em soza têkoşînê didin’
 
Sorgulê destnîşankir ku di pêvajoyek wisa de ku hemû cîhan bi pandemiyê re têdikoşe û ji bo wê li çareseriyan dige de hikumeta tirk li şuna wê êrişê saziyan dike û ev tişt got: “Hikumet vê şewba heyî ji xwe re weke fersend dît û xirakirina hemû saziyên ku bingeha wan li ser aşitî, demokrasî, wekhevî, jin, ciwan û zarokan hatiye avakirin ji xwe re kir hedef. Dixwaze vê beşa civakê ji hev parçe bike û bide bêdengkirin. Cardin wê di bin deshilatdariya yek mêrî de bidin meşandin. Lewra ger em li dîrokê jî temaşe bikin mînakên vê gelekin. Yekitiya wan a li hemberî me wê bi ser nekeve. Em weke rêxistin em ê vîna xwe biparêzin.  Em weke pêkhateyên STK’ê yên ku tên bêdengkiirn em ê ji xeta xwe ya têkoşînê qet gavê paşde neavêjin. Em ê cardin bi daxwaza wekhevî, azadî, ked û wekheviya zayendî  berdewam bikin. Em ê bi vê re têbikoşin.”
 
‘Dest nedin odeyên me’
 
Sorgulê da diyarkirin ku ev êrişên tên kirin bi taybet li hemberî keda jinê ne û wiha got: “Dixwazin pergala odeyên me biguherin. Yek ji van jî pergala hevserokatiyê ye ku hemû welatên Evrûpayê erê kirine. Di vê pergalê de mijara sereke ne parvekirina paldankan e. Armanca sereke nîşankirina wekheviya zayendî di hemû qadên jiyanê de ye. Ji ber vê yekê hemû biryarên ku derbarê ekolojî û jiyanê de tên dayîn divê hevpar bin. Ne yên yek kesî û serdestî be. Ev jî ya ku herî zêde li dijî xwezaya îqtidarê ye û ji ber wê yekê êrişên herî mezin li ser deskeftiyên jinê dikin. Em ê di heman demê de ji bo deskeftiyên jinê, li hemû qadan têkoşîna xwe bidomînin. Weke  rêxistinên pîşekaran em ê dev ji xeta xwe tucarî bernedîn. Em ê nehêlin ku îqtidar dest bide odeyên me û ji bo vê yekê ji çi pêwîst bike em ê bikin.”