Jinên li Edeneyê: Kesên bi hilbijartinê nehatin dê bi hilbijartinê biçin!

  • 09:04 26 Gulan 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên Edeneyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û gotin: "Di pêvajoya vîrûsa koronayê de jî îqtîdar nesekinî û qeyûm dayînî şaredariyên HDP'ê kirin û nexwestin ku şaredarî xizmetê bide gel. Kesên ku bi hilbijartinê nehatin dê bi hilbijartinê biçin." 
 
Di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê ya sala 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 65 şaredarî bi dest xistin û 45 şaredarî jî bi tayînkirina qeyûman re hatin xestpkirin. Di pêvajoya vîrûsa koranayê de jî qeyûm hatin tayînkirin û herî dawiyê di 15'ê gulanê qeyûm tayînê şaredariyên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûş kirin. 
 
Jinên li Edeneyê derbarê tayînkirina qeyûman de bertekên xwe anîn ziman û gotin tayînkirina qeyûman tê wateya darbeya li hemberî vîna gel. Jinan nêrînên xwe yên derbarê qeyûman de ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Ligel zor û zehmetiyan bi ser ket'
 
Suphiye Bayav, di destpêke de bal kişand ser xebatên hilbijartinê ya HDP'ê û got: "Di hilbijartinê de HDP'ê ligel zext û zordariyan xebatek meşand û bi ser ket. Heke gel îqtîdarê hez bikira dê dengê xwe bida. Lê gel vîna xwe nîşan da û HDP'ê tercih kir. HDP'ê jî li gel hemû zext û zordariyî bi ser ket. Ev tişt di demên borî de jî pêk hatibû." 
 
'Nehiştin ku şaredarî xizmetê bide gel'
 
Gule Bal, di axaftina xwe de bal kişand ser tayinkirina qeyûman a di pêvajoya vîrûsa koronayê de û wiha axivî: "Di pêvajoya koronayê qeyûm tayînê şaredariyan kirin. Nehiştin ku şaredarî xizmetê bide gel. Bi fikirin kesek ligel zor û zehmetiyan xaniyek ava dike lê kesek jî tê xaniyê de hildiweşîne. Ev zilm e û divê neyê qebûlkirin. Em ê carek din şaredariyên xwe bi dest bixin."
 
'Kesên ku dest danî ser ked û karê me dê hesabê bidin'
 
Aysel Ateş jî wekî jinên din bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi meşandina polîtîkaya birçibûnê dixwazin gel îtîatê îqtîdarê bike. Lê em birçî bimînin jî em vîna xwe nafiroin. Di şaredariyên îqtîdarê de karmendê herî biçûk jî niha dewlemend bûne. Qeyûm jî bi milyaran rişwetê digirin. Kesên ku dest danî ser nanê me, keda me û karê me dê rojek bê hesabê jî bide. Tayinkirina qeyûman tê wateya darbeya li hemberî vîna gel. Kesên bi hilbijartinê nehatine dê bi hilbijartinê biçin. Gel biryara xwe daye û divê îqtîdar vî tiştî qebûl bike."